Li Kobanê cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin

Bi boneya roja Çarşema Sor Cejna Êzidiyan, meclisa Navçeya Çelebiyê şahiyek li gundê Docekmenê yê navçeya Çelebî yê girêdayî bajarê Kobanê li darxist.

Li Kobanê cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
Li Kobanê cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
Li Kobanê cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
Li Kobanê cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
Li Kobanê cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
Li Kobanê cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
Li Kobanê cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
17 nîsan, 2019   12:36
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê,  şervanên YPG/YPJ`ê, endam û rêvberiyên saziyên sivîl Çarşema Sor roja Cejna Êzidiyan li gundê Docekmenê yê navçeya Çelebiyê bi şahiyekê pîroz kirin. Şahî ji aliyê Meclisa navçeya Çelebiyê ve hat orgîneze kirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Hevserokê kantona Kobanê Mustefa Îto cejin li hemu Êzîdiyan pîroz kir û wiha got : “Dema em qala ola Êzîdiyan dikin  parastina ziman, dîroka berxwedana gelê Kurd tê bîra mirov. Ji ber ku ola herî kevnar di axa Mezopotaniya li Rojhilata Navîn ne û biratiya gelan temsîl dike”.

Yek ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD),  Mustefa Ebdî got : “Dîroka Êzidîtî ne kevnare, lê mirovên desthilatdar û netewdewlet xwestin e ola Êzidîtî tune bikin.”

Hûnermendên bi nav û deng Hisên Xanî , Sedon Kobanê û Xelîl Can her wiha  koma Zerdeştê Kal stran pêşkêş kirin.

Şahî bi girandina govendê bi dawî bû.

(hk-sn)

ANHA