YPG: Şervanê me Çiyager li Dêrazorê şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê ragihandin ku şervanê wan Yezen Mihemed Şerîf Asî (Çiyager) di 13‘ê Nîsanê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bû.

YPG: Şervanê me Çiyager li Dêrazorê şehîd bû
14 nîsan, 2019   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniya YPG‘ê li ser şehîdeta hevreyê xwe Yezen Mihemed Şerîf Asî (Çiyager) daxuyanî da û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Daxuyanî wiha ye;

"Xebatên lêgerîn û paqijkirinê ya bi armanca pêk anîna ewlehiya herêmê, di proseya piştî bi dawî kirina DAIŞ‘ê hîn jî berdewam e. Rêhevalê me Çiyager di nav van xebatan de dema li ser erka xwe bû di 13‘ê Nîsanê de şehîd ket.

Hevrê Çiyager li bajaroka Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye û mezin bûye. Di demek ku şoreşa azadiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê mezin û geş dibû de tevlî nav refên me bû. Di operasyona bi dawî irina DAIŞê ya Bagera Cizîrê de cîhê xwe girt, him berpirsiya li ser milên xwe pêk anî, him jî şahidiya wan kêliyên dîrokî kir. Hevalê Çiyager yê ku di tevlîbûna xwe de bi aliyên xwe yên wêrek, fedakar û kedkar dihat nasîn, vê sekna xwe di her qadê jiyanê de domand. Girêdan û baweriya xwe ya bi  şoreşm re bi têkoşîna xwe îspat kir, hemû erkên li ber xwe bi awayek herî serkeftî pêk anî.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Çiyager Dêrik

Nav û Paşnav: Yezen Mihemed Şerîf Asî

Navê Dayikê: Besna

Navê Bav: Mihemed Şerîf

Cihê Ji Dayikbûnê: Girkê Legê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / Gundê Luziyê / 13’ê Nîsanê 2019

Em di şexsê hevrê Çiyager de hemû şehîdên xwe yên nemir bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîd Çiyager û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.