Ursula van der Leyen bi Chanahan re çarenûsa çeteyan gotûbêj kir

Duh wezîra parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen der barê çarenûsa çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî de ku li cem QSD`ê girtî ne, li Wezareta Parastinê ya DYA’yê gotûbêj kirin.

Ursula van der Leyen bi Chanahan re çarenûsa çeteyan gotûbêj kir
13 nîsan, 2019   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê li ser zimanê wezîra parastinê ya Almanyayê Ursula van der Leyen ragihand ku piştî hevdîtina bi nûnerê DYA’yê yê demkî Patrick Chanahan re vegotina der barê çarenûsa çeteyên DAIŞ`ê, wiha got: "Careke din tekez kirin ku rewşa her kesî dê li gorî şert û mercan were çareserkirin". Wezîra Almanyayê wiha li axaftina xwe zêde kir: "Baweriya me ew e ku pirsgirêka sereke bi komkirina agahiyên li herêmê têkildarî kiryarên terorîstan ve girêdayî ye."

Her wiha AFP’ê bal kişand ser ku dewletên ewropî wergirtina hemwelatiyên xwe yên ku li Sûriyê beşdarî refên DAIŞ bûne, da ku şêniyên xwe darizînin, red dikin.

Têkildarî mijarê çavkaniyekê ji Pentagonê diyar kir ku Washington a ku ji reva wan çeteyên terorîst bi fikar e, ji kesên Ewropa yên muhafazakar  re pêşniyar dike ku navendên sûcdariyê yên ewletir peyda bike, ev jî dibe ku li Iraqê be.                    

Di vê derbarê de Bexdayê pêşniyar kir ku kesên terorîst ên li Sûriyê girtî ne, beramberî darizandina wan pere werin dayîn û ev jî çareyek e, dibe ku rê bide dewletên ku bi rêya dosyaya vegera çeteyên ku hê jî rewşa wan nehatiye çareserkirin dibe ku bibe rêya wergirtina dosyayên çeteyên ku hîn rewşa wan ne diyar e. Lê ev yek jî ji rêxistinên parastina mafên mirovan re nerehetiyek e.  

Wezîra parastinê ya Almanyayê teqez kir ku ew ê bi hejareke pêwîst li herêmên bimînin û wiha got: "Di heftiyên pêşde dê diyar bibe ku her endamek ji hundirkê KoalîsyonaNavdewletî ya li dijî terorî li gorî erka xwe kar parve bike."

(eh)