Li Cezayîrê xwepêşandan: 83 birîndar û 180 girtî

AFP’ê ji çavkaniyên polîsên Cezayîrê ragihand ku li Cezayîrê di xwepêşandanên roja înê de 83 kes birîndar bûne û 180 çalakvan jî hatine destgîrkirin.

Li Cezayîrê xwepêşandan: 83 birîndar û 180 girtî
13 nîsan, 2019   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Cezayîrê ragihand ku herî kêm 83 kes ji xwepêşandêrên ku banga îstifakirina rejîma serwer dikin, ku ev 8 hefte ye rojên înê li paytexta Cezayîrê xwepêşandanan li dar dixin, birîndar bûne.

Ji bo ku xwepêşanderan ji hev belav bikin, polîsan bombeyên gaze bi kar anîn û li dijî vê yekê jî ciwanan bertek nîşan da. Di encamê de hejmarek ji xwepêşandêran, ji ber êrîşên bi keviran an jî bombeyên gazê birîndar bûn.

Tê zanîn ku xwepêşandana vê înê bi awayekî hêmin hat lidarxistin, lê belê li navenda paytextê welêt di navbera xwepêşandêran û polîsan de di dawiya rojê de, dema ku polîsan hewldana derxistina çend xwepêşandêran ji navenda paytextê kir, tevlihevî derket.

Li gorî wêneyên ku li ser malperên civakî hatine belavkirin, di dema rûdanan de erebeyeke polîsan hate şewitandin û erebeyeke din jî hate teqandin.

Têkildarî mijarê gerînendetiya Ewlekariya Niştîmanî ya welêt bi daxuyaniyekê wiha got: “Ewlekariya Niştîmanî di dema destwerdanê de, da ku rejîma giştî agahdar bike ku 83 polîs rastî êrîşên tund hatine, girtek girtine. Dema erîşên tund ên ku li paytexa Cezayîrê ku ser rêya Mihemdê 5`an û kolana Dîdoş Murad hatin lidarxistin, polîs birîndar bûn.”

Di vê derbarê de polîsan tekez kir ku hejmara kesên girtî 180 ye, her wiha bal kişandin ser ku kesên êrîşî endaman kirine kesên “xirab”in û destnîşan kir ku erebeyek hat şewitandin û çend erebeyên alîgiran hatin teqandin.

(eh)