‘Nakokiya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’

Endamê Meclisa Giştî û serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Musena Ebdulkerîm got: "Piştî bi têkçûna DAIŞ`ê, Bakur û Rojhilatyê Sûriyê bûye nuqteya nakokiya di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de. Israr Tirkiyê di berdewamkirina peymana kirîna pergala Rûsyayê de tê wateya derketina wê ji NATO`yê."

‘Nakokiya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
11 nîsan, 2019   04:20
UDEY EL-EHMED-TEBQA

Girêdayî têkiliyên Rûsya-Tirkiyê-Îran û bandorên wê li herêmê ajansa me bi endamê Meclisa Giştî û serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Musena Ebdulkerîm re hevdîtinek çêkir.

‘Piştî hilbijartinan hikumeta AKP’ê ket nava aloziyê’

Di destpêka hevpeyvînê de Ebdulkerîm qala siyasetên dewleta Tirik ên heyî kir û got: "Piştî hilbijartinê di aliyê siyasî de gelek nakokî derketin. Di hilbijartinan de rola siyasî ya AKP`ê hate sînordarkirin. Ji ber wê dewleta Tirk li pêşberî siyaseta Amerîkayê ma, bi taybet bi peymanên kirîna çekan û rawestandina F 35 ya Amerîkayê. Ji ber wê Tirkiyê neçar ma peymana kirîna pergala parastina hewayê ya Rûsyayê S400 berdewam bike. Ruxmî ku ew endamekî NATO`yê ye. NATO Rûsya wek dijmin û jêdera xeteriyê ya yekemîn li cîhanê dihesibîne."

Ebdulkerîm diyar kir ku siyasetên AKP`ê yên faşîst, Tirkiye gihand vê rewşa  nakokiyên navdewletî û nakokiyên hundirîn.

 Ruxmî hewldanên Washingtonê ku ji bo Tirkiye pergala Patriot li şûna pergala Rûsya S400 bikire, di 26`ê Sibatê de wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ji Sky News re got: "Kirîna pergala S400 peymanek çareserkirî ye."

‘Bakur û Rojhilatê Sûriyê nuqteya nakokiyan di navbera Amerîka – Tirkiyê de ye’

Ebdulkerîm destnîşan kir ku israra Tirkiyê ya ji bi kirîna S400, nerazîbûna ji siyaseta Amerîkayê ya ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ebdulkerîm got: “Bi taybet piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê, helwesta Amerîkayê li hember QSD û rêveberiyên sivîl ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar û eşkere bû. Rêveberiya Amerîkayê û Koalîsyona Navdewletî dê desteka xwe jê re berdewam bike. Ji ber wê AKP ya ku îro pêvajoya şikandinên siyasî û tunebûna zemîna gelêrî dijî hêrs bû.”

‘S400 rola Tirkiyê di NATO`yê de tune dike’

Ebdulkerîm diyar kir ku helwestên Tirkiyê yên dawîn ji peymana kirîna çekên Rûsî, mîna kaxiza zextê li ser Amerîka û dewletên Yekîtiya Ewropyayê ye. Ebdulkerîm gotinên xwe wiha domand: “Dewletên Yekîtiya Ewropayê hertim li pêşiya planên Tirkiyê disekine. Bi taybet gefên Tirkiyê yên berê girêdayî mijara penaberên Sûriyê. Piştî 5 salan ji danûstandinan girêdayî tevlibûna Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropayê re, ev hewlest asta nakokiyên di navbera dewletên NATO`yê de bilind kir. Berdevkê wezareta berevanî ya Amerîkayê (Bintegon) Jeff Davis di demek berê de bang li Enqereyê kir ku sedema kirîna S400 şîrove bike. Jeff Davis wê demê gotibû: ‘Tirkiyê hevlabendê me yê NATO`yê ye. Ji rêgezên têkiliyên di navbera hevalbendan de ew e ku em hewl didin çekên me mîna hevdu bin.’ Bi vê yekê Jeff Davis îşaret bi xeteriya hebûna çekên Rûsyayê di nav NATO`yê de kir.”

‘Helwestên Amerîkayê li pêşiya xewnên Tirkiyê bûn kelem’

Di berdewama gotinên xwe de Ebdulkerîm bal kişand ser ku siyaseta Tirkiyê di van demên dawîn de têkçûna xwe isbat kir û wiha axivî: “Tirkiyê bi riya projeyên xwe yên ku hejandina ewlehiya herêmê armanc dike hewl da aloziyên xwe derbasî derve bike. Bi taybet projeya “herêma ewle”. Rola Tirkiyê di piştgiriya komên çekdar de ji Cebhet El-Nusra bigire haye DAIŞ`ê nayê veşartin. Helwestên Amerîkayê bi siyaseta Tirkiyê bandor nebûn. Ji ber wê Tirkiyê berê xwe da Rûsyayê. Lê ez li ser cewhera têkiliya Rûsya û Tirkiyê ya  ku hîna ne diyar e bi guman im. Bi taybet piştî bûyera xistina balafira Rûsyayê û kuştina sefîrê Rûsî yê  li gel Tirkiyê.”

‘Nêzîkbûna Enqereyê ji Moskovayê re beriya Astana bandorek neyînî li Idlibê kir’

Ebdulkerîm diyar kir ku eger rejîma Sûriyê û Rûsya bi erêkirina Tirkiyê bixwazin êrîşî Idlibê bikin, dê bandor li hilweşîna aboriya Tirkiyê bi giştî bike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bandorên wê niha bi kêmkirina desteka leşkerî û lojistîk ji komên çekdar ên li Idlib, Efrîn û Cerablusê xuya dibin.”

Tê payîn ku Astana 12 di 25-26`ê Nîsanê de li peytexta Kazaxistanê Astanayê bi tevlibûna dewletên misogerker Rûsya, Tirkiyê û Îranê li dar bikeve.

(şx)

ANHA