Dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî gelê Bakurê Sûriyê de avê bi kar tîne

Dewleta Tirk ji bo ku siyasetên xwe yên nîjadperest û dagirkeriyê li dijî herêmê pêk bîne, destê xwe daniye ser jêderên çemên ku di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas dibin. Di encama avakirina bendavan û binpêkirina hevpeymanên navdewletî yên girêdayî birêxistinkirin û parvekirina avê de, bandorên neyînî li herêmên Bakurê Sûriyê kirin.

Dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî gelê Bakurê Sûriyê de avê bi kar tîne
Dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî gelê Bakurê Sûriyê de avê bi kar tîne
Dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî gelê Bakurê Sûriyê de avê bi kar tîne
10 nîsan, 2019   06:55
HESEKÊ - BASIL REŞÎD

Xwezaya herêmên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kanî û çeman dewlemend e, piraniya çemên ku diherikin ji Tirkiyê tên. Ji ber vê yekê şênî beriya bi sedan salan ve li qiraxa van çeman çandiniyê dikin. Lê di encama siyasetên nîjadpereset ên Tirkiyê yên li dijî herêmê de rewş guherî.

Tê zanîn ku girêdayî parvekirin û birêxistinkirina çemên ku di gelek dewletan re derbas dibin, qanûnên navdewletî hene. Lê Tirkiye wan qanûnan binpê dike û mijara avê di siyasetên xwe yên nîjadperest de bi kar tîne. Tirkiyê gelek bendav li ser her du çemên Firat û Dîcleyê ava kirine û av li gelek golên mezin kom kiriye. Tirkiyê bi vê yekê para Sûriyê ji avê qut kir, di encamê de rêjeya avê li her du çeman û şaxên wan kêm bûye.

Ji ber wê gelek bandorên neyînî yên zuhabûnê li herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê xuya bûye. Her du warên çandinî û sewalkariyê paş mane. Şênî di dirêjahiya salan de sûd ji çemê Xabûr  û kaniyan girt, lê bendavên ku dewleta Tirk ava kirine, bûn sedem ku çem bimiçiqe. Tevî wê jî avên binerd gelek kêm bûne, ji ber ku dewleta Tirk bi hezaran bîr li herêmên nêzî sînor kolandine. Ji ber vê yekê ava bîrên çandiniyê yên cotkarên herêma Serêkaniyê zuha bûye.

Zirarên qutkirina avê li ser herêmê çi ne?

Endamê rêveber ê Saziya Çandinî û Sewalkariyê ya bajarê Serêkaniyê Ebdulselam Hesen, diyar kir ku çem û kanî zuha bûne û rêjeya ava binerd kêm bûye. Ew jî bi awayekî mezin bandorê li şêwaza jiyanê ya herêmê ya sereke anku çandiniyê kiriye û çandinî bi awayekî eşkere bi paş de çûye.

Li gorî Ebdulselam Hesen paşdeçûna çandiniyê û sewalkariyê bandor li şêwaza jiyana şêniyên herêmê kiriye û bûye sedema paşdeçûna rewşa aborî ya şêniyan. Ji ber wê şênî neçar dimînin ku biçin bajar û herêmên din da ku derfetên kar peyda bikin.

(şx)

ANHA

.