Şêniyên herêmên dagirkirî: Dagirkeriya Tirkiyê ji warê me derxin

Şêniyên herêmên dagirkirî yên li Şehbayê dimînin, bang li şêniyên wan herêman kir ku li dijî dagirkeriya Tirk serî hildin, wan ji herêmê derxin û wiha got: “Em bang li êlên wan herêman dikin ku şiyar bin û li lîstokên dagirkeriya Tirk baldar bin.”

Şêniyên herêmên dagirkirî: Dagirkeriya Tirkiyê ji warê me derxin
7 nîsan, 2019   07:58
 ŞEHBA-ŞERVÎN MISTEFA-XANDÎ ELO 

Herêm û bajarên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, di nav rewşên gelek dijwar de ne û binpêkirin ji kuştin, revandin û talankirinê li ser sivîlan berdewam in. Şêniyên herêmên dagirkirî bi rêya ajansa me bang li şêniyên wan herêman kir ku li dijî dagirkeriyê serî hildin û wê ji xaka Sûriyê derxin.

Şêniyê bi navê Hec Nedîm El-Sadiq ji rûspiyên êlên herêma Ezazê ye. El-Sadiq behsa rewşên trajedîk ên herêma xwe kir û got: "5 sal di ser dagirkirina Ezazê re derbas bû. Şênî li Ezazê di nav rewşeke trajedîk de ne. Her roj rastî talankirinê tên û piştî saetên êvarê kes nikare ji mal derkeve."

El-Sadiq got: "Gelo behsa kîjan azadiyê dikin û wan binpêkirinan pêk tînin? Ew azadiya ku li ser kuştin û diziyê ava bûye, dixwazin. Ew tenê li berjewendiyên xwe digerin. Em bang li şêniyên Ezazê dikin ku li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê serî hildin. Çawa me DAIŞ têk bir, em ê wan li Efrîn, Bab, Ezaz, Colan, Lîwa Skenderûn û Cerablusê tune bikin. Şoreşa me heya rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê li dar e."

Şêniyê bi navê Nûrî Umer ji şêniyên bajarê Babê yê dagirkirî ye. Umer diyar kir ku beriya dagirkeriya Tirk, şênî mîna bira bi hev re dijiyan û tu cudahî tune bû û got: “Lê kêfa dewleta Tirk ji rewşa herêmê re nehat, ji ber wê dagir kir û rewşa herêmê serobino kir. Em bang li şêniyên Babê dikin ku bi yekrêzî li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin.”

Umer bang li hêzên neteweyî yên li ser erdê kir ku herêmên wan rizgar bikin û wiha got: "Em parastinê dixwazin, li ser wê em bang li hêzên neteweyî dikin ku herêmên me ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin."

Şêniyê bi navê Mihemed El-Ehmed bang li tevahiya êlên wan herêman kir ku şiyar bin û ji lîstokên dagirkeriya Tirk baldar bin. El- Ehmed got: “Ez bang li êlan dikim ku hişyar bin û haya wan ji komploya Tirkiyê ya li dijî herêmê hebe. Gelê Sûriyê ji hezaran salan ve li ser bingeha biratiyê dijî. Lê bi destwerdana aliyên derve, fitne di nav civakê de belav bû. Artêşa Tirk çeteyan bi kar tîne û pere li ser wan qut dike. Ji ber wê çete milkên sivîlan talan dikin."

(şx)

ANHA