‘Tecrîdkirina Ocalan li dijî qanûnên navdewletî ye ku Tirkiyê mohr kirine’

Siyasetmedar û aktîvîstê hiqûqnas Mihemed Cemîl got tecrîda ku Tirkiyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, li dijî qanûnên navdewletî û mirovî ye ku Tirkiyê mohr kirine. Cemîl destnîşan kir ku berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ji dewleta Tirkiyê re wek hişyariyekî ye

‘Tecrîdkirina Ocalan li dijî qanûnên navdewletî ye ku Tirkiyê mohr kirine’
7 nîsan, 2019   06:46
 HELEB-ROZANA DADO 

Dewleta Tirk a dagirker ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nahêle parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wî re hevdîtinê pêk bînin. Heta niha zêdetirî 800 carî parêzeran serî li Serdozgeriya Bursayê ya dewleta Tirk da ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Lê heta niha hemû serlêdan bi hincetên cuda hatine redkirin.

Girêdayî mijarê siyasetmedar û aktîvîstê hiqûqnas parêzer Mihemed Cemîl ku li bajarê Helebê dimîne, ji ajansa me re axivî. Cemîl destnîşan kir ku tecrîda ku Tirkiye li Ocalan ferz dike, qanûna navdewletî û mirovî binpê dike û wiha got: “Ji ber ku ne mîna girtiyekî sûcdar tê hesibandin, ew kesayetekî nanneteweyî û xwedî kesayeta rêberê şoreşekî ye. Tirkiye bi tecrîdê peymanên mafên mirovan ên ku wan bi xwe mohr kirine, binpê dike. Divê Tirkiye rê li pêşiya hevdîtinên parêzeran bi muwekilên xwe re veke. Ji ber ku ferzkirina tecrîdê û qedexekirina hevdîtinan qanûnên navdewletî binpê dike."

Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ji dewleta Tirk re hişyariyek e

Cemîl di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk de, ji bo Tirkiyê hişyariyek e. Cemîl gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Divê Tirkiye erkên xwe li gorî qanûna navdewletî pêk bîne. Kirinên Tirkiyê îsbat dikin ku ew di binpêkirin û siyaseta xwe de berdewam e. Bêguman ji mafê çalakgerên greva birçîbûnê ye ku bi rêberê xwe ve girêdayî bin. Ji ber ku kesayetekî dîrokî, pêşeng e û nûnertiya gelê Kurd û çanda wî ya demokratîk dike.”

(şx)

ANHA