Malbatên şehîdan banga darizandina çeteyên DAIŞ’ê kir

Malbatên têkoşerên ku di pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûne, bang li civaka navneteweyî kir ku çeteyên DAIŞ’ê darizînin û got: “Divê dadgeheke navdewletî li herêmê were avakirin û çete werin darizandin.”

Malbatên şehîdan banga darizandina çeteyên DAIŞ’ê kir
Malbatên şehîdan banga darizandina çeteyên DAIŞ’ê kir
Malbatên şehîdan banga darizandina çeteyên DAIŞ’ê kir
7 nîsan, 2019   06:22
ŞEHBA-ELÎ KEDRO  

Hîna dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên ku li gel QSD`ê girtî û malbatên wan, ne diyar e. Piştî ku dewletên biyanî wergirtina hemwelatiyên xwe yên endamên DAIŞ’ê red kir, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî kir ku ji bo darizandina çeteyan dadgeheke navdewletî ava bikin. Rêveberiyê xwest ku dadgeh li herêmê were avakirin.

Malbatên şehîdan, şêniyên herêmê û saziyên têkildar daxwaza rêveberiyê tekez kir.

Şehîd Rojda Efrîn di 2014’an de li Kobanê şehîd bûye. Dayika wê Gulê Mihemed got zarokên wan ji bo parastina cîhan û têkbirina DAIŞ’ê şehîd bûn. Gulê wiha axivî: “Hevalên zarokên me soza xwe anî cih û hêviyên hevalên xwe pêk anîn. Tola zarokên me bi têkbirina DAIŞ’ê hilanîn. Heta ku çete neyên darizandin dilê me rihet nabe. Lê dewletên wan naxwazin hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin, ji ber wê divê bi rêbazeke hiqûqî di dadgeheke navdewletî de werin cezakirin. Divê ev dadgeh li ser erdnîgariya Sûriyê be.”

Di dawiyê de Gulê bang li aliyên têkildar kir ku bi lez dadgehê ava bikin û ew ê jî wek malbatên şehîdan beşdarî dadgehê bibin.

Şehîd Ciwan Efrîn jî di sala 2014’an de li Kobanê şehîd bûye. Bavê wê şehîd Ciwan Efrîn Ebdulhenan Meimo got: “Pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ’ê girîng e. Ji ber ku hîna şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî çalak in.”

Meimo wiha berdewam kir: "Ew çeteyên ku QSD`ê girtine, sûcên şer pêk anîne û bi hezaran şênî kuştine. Ji ber wê divê werin cezakirin û divê civaka navdewletî dadgeheke navdewletî ji bo darizandina wan ava bike.”

Di dawiya gotinên xwe de Meimo destnîşan kir ku DAIŞ hîna tune nebûye û wiha axivî: “Şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî li ser tevahiya cîhanê xetereyeke mezin in. Ji ber wê divê dewlet tev bigerin da ku rê li pêşiya derketina çeteyan careke din bigirin.”

Têkildarî heman mijarê Nesrîn Cemo hevsera şehîd Şahîn Nemir ê ku di şerên li dijî DAIŞ`ê de şehîd bûye, wiha got: "QSD`ê erka xwe ya mirovî anî cih û DAIŞ têk bir.”

Nesrîn destnîşan kir ku ev pêvajo pêvajoya diyarkirina çaranûsa çeteyên DAIŞ`ê ye û wiha bi dawî kir: “Divê çete ji ber kiryarên li ser şêniyan, zarokan û jinan divê werin cezakirin. Pêwîst e dadgeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin."

(şx)

ANHA