Daxwaza avakirina dadgehek navdewletî li herêmê, rewa û zagonî ye

Rayedar û parêzerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku divê civaka navdewletî bi taybet dewletên ku hemwelatiyên wan endamên DAIŞ`ê ne berpirsyariyên ku ji wan tên xwestin bicih bînin û wiha gotin: “Divê ji bo darizandina çeteyan piştgiriya avakirina dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.”

Daxwaza avakirina dadgehek navdewletî li herêmê, rewa û zagonî ye
Daxwaza avakirina dadgehek navdewletî li herêmê, rewa û zagonî ye
Daxwaza avakirina dadgehek navdewletî li herêmê, rewa û zagonî ye
7 nîsan, 2019   05:39
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR-EKREM BEREKAT

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkên xwe yên mirovî anîn cih û çeteyên DAIŞ`ê ji tevahiya erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin. Ji bo bi temamî bidawîkirina dosyay DAIŞ`ê, niha  rola mezin dikeve ser milê dewletên Ewropayê û civaka navdewletî. Ew jî bi rêya piştgiriya kedên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê ye. Ev daxwaza tevahiya gelên herêmê ye. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê gelek binpêkirin û sûc ji kuştin, revandin û talankirinê li ser pêkhateyên herêmê  pêk anîn. Tevî wê jî Reqa û Minbic navendên amadekirin û plankirina kiryarên terorîst ên li dewletên Ewropayê bûn.

QSD`ê berî wê jî YPG`ê bi sedan çeteyên DAIŞ`ê di pêngavên rizgarkirinê de girtin, ji başûrê navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Serêkaniyê, kantona Kobanê, navçeya Til Hemîsê, Til Birak û Şedadê heya bighêje navçeya Eyn Îsayê, Minbic, Reqa û herî dawî gundewarê rojhilatê Dêrazorê.

 Fermendiya Giştî ya QSD`ê di daxuyaniya ragihandina serkeftina QSD’ê de diyar kir ku di şerên li dijî DAIŞ`ê de pêkhateyên herêmê fedekariyên mezin dane. Zêdetirî 11 hezar şervan şehîd bûn û zêdetirî 21 hezar şervan birîndar.

Bi hezaran çete ji 50 dewletan di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne

Niha di girtîgehên Rêveberiya Xweser û QSD`ê de bi hezaran çeteyên biyanî ji zêdetirî 50 dewletên Ewropa û cîhanê hene. Tevî 12 hezar kes, jin û zarokên DAIŞ`ê niha di kampên ku Rêveberitya Xweser de ne yên ku ji wan re diyar kirine.

Di 25`ê Adarê, di kongreyek çapemeniyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî kir ku dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li gel yên Rêveberiya Xweser girtî, ava bikin. Tevî wê jî banga hevkariyê û pêşkêşkirina desteka pêwîst di vî warî de kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê li ser Sûriyê, herêmê û cîhanê xeteriyek mezin bûn û bûn sedema wêranbûna gelek herêman. Çeteyên DAIŞ’ê bi  hezaran şênî kuştin, revandin û zarok kirin leşker.

Piştî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiyê ji bo avakirina dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyan, dest bi danûstandina bi dewletên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ`ê de ne, kir.

Endama Desteya Rêveber a Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Senaa Deham destnîşan kir ku bi hezaran çeteyên biyanî di girtîgehên Rêveberiyê de ne. Tevî 4 hezar jin û 8 hezar zarokên DAIŞ`ê di nava kampên Rêveberiyê de ne.

Senaa ji bo daxwaza avakirina dadgehek navdewletî wiha axivî: “Çeteyên DAIŞ`ê  gelek zilm li gelên herêmê kirin. Divê dadgeh jî li herêmê werin dadgehkirin. Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga avakirina  dadgehek navdewletî kir, em bi dewletên Koalîsyona Navdewletî û dewletên Ewropayê re ketin nav danûstandinan. Me bi hev re şer kir û ji bo bidawîkirina dosyaya DAIŞ`ê divê em bi hev re bixebitin."

Girêdayî malbatên çeteyên DAIŞ`ê (jin û zarokên çeteyên yên ku niha di nav kampên Rêveberiya Xweser de ne) Senaa diya kir ku dewletên wan daxwaza wergirtinê red dikin û wiha pê de çû: "Em dibînin ku ev biryar ne rast e. Pêwîstiya wan girtiyan bi danûstandinek cuda heye da ku ji hişmendiya tundraw xilas bibin.”

Senaa got: “Dewleta Tirk a dagirker gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ji ber wê di rewşên awarte de dibe ku malbatên çeteyan ji kampan birevin. Dê ev yek xeteriyek mezin li ser dewletên Ewropayê çêbike û dibe ku vegerin welatên xwe û kiryarên terorîstane pêk bînin.”

Parêzer Xalid Sêfdîn Umer jî diyar kir ku daxwaza avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li gel Rêveberiya Xweser rewa ye û zagonî ye. Umer wiha got: “Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê sûcên dermirovî li herêmê pêk anîn. Ev daxwaz nedijberî qanûnên navdewletî ye (Tu nakokî di navbera daxwaz û qanûnên navdewletî de tune ye)."

Umer destnîşan kir ku eger biryara vakirina dadgehê bê erêkirin, destpêkê divê dewletên ku hemwelatiyên wan çeteyên DAIŞ`ê ne ji berpirsyariyên xwe nerevin û îtirafê bi dadgehê bikin. Umer got: “Ya duyemîn divê tevahiya berpirsyariyên ku ji wan tên xwestin û barên darayî hilgirin ser xwe. Ji ber ku dibe ev darizandin bi salan dirêj bike."

Di dawiyê de parêzer Xalid Sêfdîn Umer destnîşan kir, divê dewletên ku hemwelatiyên wan çeteyên DAIŞ`ê ne, zirarên ku gihaştin herêmê di encama terora DAIŞ`ê de, dabîn bikin.

(şx)

ANHA