Mijarên vê hefteyên ên rojnameyên Erebî

DYA`yê ji bo gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kirîna pergala S400, Tirkiye hişyar kir. Ji aliyê xwe ve Erîtîriya, Tirkiyê û Qeter bi gurkirina tevliheviya li Afrîqyayê tewam bar kir. Şandeyê taybet ji bo Yemenê Martin Griffith hewl dide peymanekê girêdayî jinûvebelavbûnê li Hudeyde û serbestberdana komek ji girtiyan mohr bike.

Mijarên vê hefteyên ên rojnameyên Erebî
7 nîsan, 2019   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di vê hefteyê bal kişandin ser aloziya li herêmên di bin serweriya Cebhet El-Nusra, hişyariyên DYA‘yê yên ji bo Tirkiyê û gelek mijarên din girêdayî Cezayîr, Iraq û Yemenê.

El-Weten: El-Nusra Meclisa Şûra ava kir da ku rewabûna xwe bi cih bike. Hewldanên  binpêkirin û derbasbûnê nû dibin û artêşê terorîstên El-Şemal kirin hedefa xwe

Rojnameya El-Weten a Sûriyê behsa herêmên di bin serweriya çeteyên Cebhet El-Nusra de kir û got: “Piştî derbeyên mezin ku Artêşa Sûriyê li terorîstên El-Şemalê xistin, li bejahiya Hema û Idlibê bêdengî çêbû. Lê piştre careke din rêxistinên terorîst hewl dan vê aramiyê binpê bikin. Li ser vî esasî careke din yekîneyên artêşê li aliyê bakur û rojavayê Hemayê, aliyê başûr û rojhilatê Idlibê anku herêmên bêçek, berisv dan.”

Li gorî rojnameyê Tirkiye bi siyaseta xwe, Cebhet El-Nusra teşwîq kir da ku hin gavên din li herêmên di bin serweriya xwe de li Idlibê û bejahiya wê biavêje da ku xwe îspat bike. Hişt ku Meclisa Şûra ava bike, bi vê yekê dixwaze rewabûna xwe ferz bike.

 El-Ereb: Netanyahu ji bo plana çareseriya aloziya Sûriyê li Rûsyayê ye

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Roja Pêncşemê dê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li Moskovê bicive anku beriya hilbijartinên giştî yên Îsraîlê bi çend rojan. Der barê serdanê de gelek pirs derdikevin pêş, ji ber ku di nava mehekê ev serdana duyemîn e. Her wiha li gorî hin agahiyan serokwezîrê Îsraîlê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê planek pêşkêşî Moskovayê kiriye."

Şerq El-Ewset: Washington der barê hişyariya xwe ya ji bo Enqereyê ya “destwerdaneke yekalî” li Rojhilatê Firatê bi israr e.

Ji aliyekî din ve jî, rojnameya Şerq El-Ewset behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Washingtonê tekez kir ku ew bi daxuyaniya ku piştî hevdîtinên wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo bi hempîşeyê xwe Mevlut Çavuşoglu re roja Çarşema derbasbûyî derket, bi israr e. Enqereyê jî ev gef red kirin.

Pompeo di daxuyaniya çapemeniyê ya roja Înê li Washingtonê de tekez kir ku ew bi daxuyaniya fermî ya wezareta wî bi israr e.

Piştî hevdîtina Pompe û Çavuşoglu şeva çarşemê Wezareta Derve ya DYA’yê got: “Pompeo hişyarî da hempîşeyê xwe ger Tirkiye operasyoneke leşkerî ya yekalî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, wê bi xwe re encamên metirsîdar bîne.”

El-Ereb: Îran û Tirkiye derveyî lîstoka Sûriyê ne

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb behsa hebûna Tirkiye û Îranê li Sûriyê kir û got: “Li qada Sûriyê li ser asta navneteweyî guhartinên nû çêdibin. Li gorî texmînan, Enqere û Îran ên herî zêde ji van guhartinan bê par in. Bi taybet piştî bidawîbûna hilbijartinên şaredariyan, roja yekşema derbasbûyî li Tirkiyê û beriya hilbijartinên giştî yên Îsraîlê ku tê payîn di vê hefteyê de pêk bên, ev guhartin bi lez çêdibin.

Li gorî rojnameyê, ji hevpeymana Soçiyê ya ku di navbera serokê Tirkiyê Erdogan û serokê Rûsyayê Pûtîn de ku di meha Îlona derbasbûyî de ji bo avakirina herêmeke ewle li Idlibê pêk hat, diyar dibe ku Enqereyê dixwast bi rêya Heyet Tehrîr El-Şam ku ji komên terorîst pêk tê û serkêşiya wê Cebhet El-Nusra dike, parêzgeha Idlibê bixe bin serweriya xwe.

 El-Quds El-Erebî: Serokê bihêz Bûteflîqa ji ber fişarên gel îstifa kir

Der barê geşedanên li Cezayîrê de rojnameya El-Quds El-Erebî wiha got: "Di nava pêvajoyeke dirêj de, serokê Cezayirê Ebdilezîz Bûteflîqa wek çêkerê aştiyê û endezyarê lihevhatina neteweyî dihate naskirin. Lewre serokekî bi hêz bû, lê paşê nexweş ket û lawaz bû û di bin fişara kolanê de îstifa kir. Bûteflîqa yê 82 salî, cara yekemîn sala 1999’an wek serokê Cezayîrê hate hilbijartin."

El-Ereb: Adil Ebd El-Mihdî girêdayê cezayan soz nedane Îranê

Têkildarî rewşa Iraqê jî, rojnameya El-Ereb got: “Çavkaniyên siyasî dûrxistin ku serokwezîrê Iraqê Adil Ebdelmehdî, dosyeyên hesas di serdana xweya li Tehranê de ku wê Şemiyê be, vebike.”

Yemen

Der barê rewşa li Yemenê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Ji bo dîsa lihevhatina Swêdê ya der barê Hudeydayê de bê zindîkirin, şandêrê navdewletî yê Yemenê Martin Griffiths dest bi toreke nû ya hevdîtinan kir, lê hewldanên wî dîsa rastî dîwarên siyasî û leşkerî yên Hûsiyan hatin, bi taybet der barê mijara vekişîna ji 3 benderên parêzgeha Hudeydayê yên li ser Deryaya Sor a rojavayê Yemenê de."

Lûtkeya Erebî

Der barê Lûtkeya Erebî de, rojnemeya Şerq El-Ewset got: "Rayedarên Ereb di lûtkeya xwe ya asayî de ku li Tûnisê hate lidarxistin, li ser lêvegera qanûna navneteweyî ji bo çareserkirina aloziyên herêmê teqezî kirin. Di daxuyaniya dawîn a lûtkeyê de biryara Amerîka der barê serdestiya Îsraîlê li ser Colanê hate redkirin û hate diyarkirin ku ew yek binpêkirineke xeternak li ser qanûnên NY`yê re ye."

El-Ereb: Pentagon Tirkiyê li ber du berbijarekan dihêle yan kirîna S400 yan jî F35

Girêdayî nakokiya di navbera Amerîka û Tirkiyê de rojnameya El-Ereb got: " Amerîka gefa ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê xwar, eger Tirkiyê dest ji kirîna pergala moşekan ji Rûsyayê ya S400 berneda. Amerîka ji Tirkiyê re diyar kir ku eger dest ji S400 berneda dê Amerîka F35 radestî Tirkiyê neke. Di encama vê nakokiyê de nirxa lîreya Tirkiyê carek din daket. Rayedarek Amerîkî roja Sêşemê ji kirîna Tirkiyê pergala S400 ji Rûsyayê hişyarî da, ku dê bibe sedema ferzkirina cezayên Emerîkî li ser Tirkiyê mîna doza keşîş Andrew Branson"

El-Heyat: Seroka Dodeha Navdewletî ya taybet ji bo Lubnanê: Ceza dê beriya bidawîbûna salê derkevin

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Heyat ev tişt nivîsî "Seroka Dadgeha Navdewletî ya taybet ji bo Lubnanê dadwer Ivana Hardlishkova got, karê dadgehê dûrî bandorên siyasî ye, herger sûcdar ne hazir be jî dê edalet pêk were, ceaze dê beriya dawiya salê derkeve.

Ivana Hardlishkova li gel cîgirê xwe dadwer Ralph Riachi û parêzer Nicola Gio û Wezîrê Edaletê Albert Sarhan li ser mijara (Li ser doza kuştina şehîd Refîq El-Herîrî) li buroya wezaretê nîqaş pêk anîn. Piştî hevdîtinê Sarhan got: me mijara lêpirsîn û cezayan ku li Dadgehên Navdewletî pêk tê gotûbêjkirin. Seroka Dadgeha Navdewletî ya taybet ji bo Lubnanê hemû ceza û qanûn şîrove kirin û dilê me rihet kir ku beriya dawiya salê dê ceza derkeve."

El-Şeriq El-Ewset: Eritre ya, Qeter û Tirkiyê bi "Kiryarên xirabiyê" sûcdar dike

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset di manşêteke xwe de got " Hikûmeta  Eritreyayê bi daxuyaniyekê Qeter û Tirkiyê bi kiriyarên xirabkirin û astengkirina pêvajoya aştiyê bi Ethiopyayê re sûcdar kir."

Wezareta Ragihandinê ya Eritreyayê di daxuyaniyekê de got: "Kiryarên xirabiyê yên ku hikûmeta Tirkiyê bi serkêşiya AKP‘ê li dijî Eritreyayê dike êdî eşkere ye û bi desteka Qeterê tê kirin."