ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.04.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.04.2019
7 nîsan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Şêniyên Til Birakê sersaxî ji malbata şehîdê Hêza Xweparastinê Ehmed El-Abdullah ê ku di 4`ê Nîsanê de li gundewarê rojhilatê Dêrazorê şehîd bûye dixwazin saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rayedar û parêzerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku divê civaka navdewletî bi taybet dewletên ku hemwelatiyên wan endamên DAIŞ`ê ne berpirsyariyên ku ji wan tên xwestin bicih bînin û wiha gotin: “Divê ji bo darizandina çeteyan piştgiriya avakirina dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li Efrînê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam in. Çete gel direvînin, diziye dikin, bacê li ser gel ferz dikin û girên dîrokî dikolin. Li gorî çavkaniyan di 5 rojan de 18 şênî hatine revandin. Heman demê de dagirkeriya Tirk hezar û 500  çete û malbatên wan veguhestine Ezaz û Babê.

- Malbatên têkoşerên ku di pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûne, bang li civaka çeteyên DAIŞ’ê darizînin Û gotin: “Divê dadgehek navdewletî li herêmê were avakirin û çete werin darizandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedar û aktîvîstê hiqûqî Mihemed Cemîl got tecrîda ku Tirkiyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye li dijî qanûna navdewletî û mirovî ye ya ku Tirkiyê mohr kiriye. Cemîl destnîşan kir ku berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ji dewleta Tirkiyê re wek hişyariyekî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên herêmên dagirkirî yên li Şehbayê dimînin bang li şêniyên wan herêman kirin ku li dijî dagirkeriya Tirk serî hildin,ji herêmê derxînin û wiha gotin: “Em bang li êlên wan herêman dikin ku şiyar bin û ji lîstokên dagirkeriya Tirk baldar bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-DYA`yê hişyarî da Tirkiyê eger êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Her wiha ji encamên kirîna pergala S400 ji Rûsyayê hişyar kir. Ji aliyê xwe ve Erîtîriya Tirkiyê û Qeter bi gurkirina tevliheviyêli Afrîqyayê tewam bar kir. Şandeyê taybet ji bo Yemenê Martin Griffith hewl dide peymanekê girêdayî jinûvebelavbûnê li Hudeyde û serbestberdana komek ji girtiyan mohr bike.

POLÎTÎKA

- Cîgirê hevserokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb li ser rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê axivî û wiha got: “Pergalên navendî li tavahî cîhanê têk çûne. Divê komîteya destûrî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê di nava Sûriyê de bi rêya kongreyek neteweyî were avakirin. Divê gelê bi xwe wê komîteyê hilbijêr e.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Zeyneb Elîko yek ji wan jinan e ku di dema êrîşên çeteyan ên li ser taxa Şêxmeqsûdê li ber xwe da û ji taxê berneda. Zeyneb bi kesên malbata xwe re birîndar bû. Heta niha jî şopên birînan li ser bendena wê heye. Zeyneb dibêje: “Rojên dijwar bûn. Lê bi hevgirtin û girêdana axê me warê xwe parast.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên taxa El-Dirîye ya bajarê Reqayê ji ber  kombûna ava gemar bêzar in. Gerînendeya Kanalîzasyonê ya Şaredariya Gel a Reqayê got ew hewl didin pirsgirêkê çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA