Li Reqayê du kes bi mayîna DAIŞ`ê birîndar bûn

Li Reqayê di encama teqîna mayînek a bermahiyên DAIŞ`ê du kes bi giranî birîndar bûn.

Li Reqayê du kes bi mayîna DAIŞ`ê birîndar bûn
3 nîsan, 2019   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê ragihand ku roja îro mayînek ji bermahiyên DAIŞ`ê bi du şêniyîn Reqayê ve teqiya. Di encamê de her du şênî bi giranî birîndar bûn.

Tîmên destwerdana lezgîn yekser mudexele kirin û her du şênî veguhestin nexweşxaneyê. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku rewşa şênîyekî xeter e.”

(şx)

ANHA