Li Minbicê semînera "Islama Demokratîk"

Li Minbicê, Navenda Lêkolîn û Diyalogan a Sûriyê semînerek girêdayî "Islama demokratîk" da.

Li Minbicê semînera "Islama Demokratîk"
Li Minbicê semînera "Islama Demokratîk"
Li Minbicê semînera "Islama Demokratîk"
Li Minbicê semînera "Islama Demokratîk"
Li Minbicê semînera "Islama Demokratîk"
2 nîsan, 2019   18:27
MINBIC

Semîner li dibistana Pîşesazî ya bajarê Minbicê bi amadebûna endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, Hevserokê Desteya Karûbarên Civakê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî û Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar hate dayîn.

Semîner ji aliy Rêveberê Navenda Sûriyê ya Lêkolîn û Diyalogan Nasir Hac Mensûr ve hate bi rêveberin. Mensûr bi xêrhatina beşdaran kir û armanca dayîna semînerê diyar kir.

Paşê, Riyad Derar têgeha Islama demokratîk pênase kir û got: "Islam tu carî nebûye dewlet, lê belê ol û bawerî ye. Gelek dewlet bi navê islamê xwe ava kirin, wekî dewleta Ebasî, hikûmet û desthilatdariyan, lê ola Islamê ola û cîhan e, tu carî ne bûye dewet."

Derar anî ziman ku divê cewherê rast ê têgehan were famkirin û siyaseta şaş li hemberî ol were sekinandin, her wiha got, Islam banga mirovahî û wekheviyê dike.

Riyad Derar, bal kişand ser talîmatên Islama demokratîk û destûra Medîna Minewera ku Pêxember Mihemed bi 14 qebîleyên din ku di nav de cihû jî hebûn mînaka vê yekê nîşan da.

Semîner bi nîqaş û bersiva pirsan bi dawî bû.

ANHA