Metirsî heye ku pirên gundên Til Hemîsê hilweşin

Lehiyên ku li herêma Cizîrê rû dane, hemû pirên li ser rêyên sereke û bi dehan jî li ser rêyên şaxî yên ku gundên navçeya Til Hemîsê bi hev ve girê didin, xistine nav metirsiya hilweşandinê û hin pir jî hilweşiyan.

Metirsî heye ku pirên gundên Til Hemîsê hilweşin
Metirsî heye ku pirên gundên Til Hemîsê hilweşin
Metirsî heye ku pirên gundên Til Hemîsê hilweşin
Metirsî heye ku pirên gundên Til Hemîsê hilweşin
Metirsî heye ku pirên gundên Til Hemîsê hilweşin
2 nîsan, 2019   08:51
QAMIŞLO-ŞEHAB EHMED

Lehiyên ku di demên dawîn de rû dane, hin aliyên pirên navçeya Til Hemîsê xirab kirin, wekî pira El-Hemdo ya ku dikeve li ser Rêya Petrolê ya li ser newala El-Cerahî û Til Hemîsê bi aliyê rojhilatê ve girê dide, pira El-Kulî ya li ser newala El-Mexben ku navçeya Til Hemîsê bi kantona Qamişlo ji aliyê bakur ve girê dide, pira Wawiyê ya li ser geliyê El-Cerahî ya Til Hemîsê bi aliyê başûr ve girê dide.

Vê pirê girîngiya xwe ya stratejîk ji herêmê re heye, ji ber ku Til Hemîsê bi navçeyên herêma Cizîrê û kantona Qamişlo ve girê dide. Li aliyekî din jî girîngiya xwe ya aborî û bazirganî jî heye. Heke hilweşin dê rêyên navçeyê ji aliyê rojhilat, bakur û başûr ve bên birîn û ev jî metirsiyek e ji bo şêniyan.

Şêniyên navçeya Til Hemîsê azarên bênavber bi sedema bêaramiya rêjeya bilindbûna avê di geliyan de û barîna baranê ys berdewam, dikişînin. Vê bûyerê bi sedan malbat xistin metirsiyê û berê xwe da navendên ewle bi alîkariyên Şaredariya Gel û Komîteya Awarte yên navçeya Til Hemîsê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Trafîkê ya navçeya Til Hemîsê nuqteyên kontrolê danîn da ku nehêlin erebeyên mezin di ser piran re derbas bibin.

(fr)

ANHA