Şervan Derwîş: Şervanên ku DAIŞ şikandin dikarin bersiva her êrîşan jî bidin

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di pîrozbahiya serkeftina QSD‘ê de axivî û got:" Şervanên ku çeteyên DAIŞ‘ê têk birin dikarin bersiva her êrîşên li dijî herêmê û xêrnexwazên welat bidin."

Şervan Derwîş: Şervanên ku DAIŞ şikandin dikarin bersiva her êrîşan jî bidin
Şervan Derwîş: Şervanên ku DAIŞ şikandin dikarin bersiva her êrîşan jî bidin
Şervan Derwîş: Şervanên ku DAIŞ şikandin dikarin bersiva her êrîşan jî bidin
Şervan Derwîş: Şervanên ku DAIŞ şikandin dikarin bersiva her êrîşan jî bidin
Şervan Derwîş: Şervanên ku DAIŞ şikandin dikarin bersiva her êrîşan jî bidin
Şervan Derwîş: Şervanên ku DAIŞ şikandin dikarin bersiva her êrîşan jî bidin
Şervan Derwîş: Şervanên ku DAIŞ şikandin dikarin bersiva her êrîşan jî bidin
Şervan Derwîş: Şervanên ku DAIŞ şikandin dikarin bersiva her êrîşan jî bidin
30 adar, 2019   15:31
MINBIC

Bi sedan şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên bajarê Minbicê, tevî şandeyek ji Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê pîroz kirin. Pîrozbahî li Akademiya Şehîd Yekta ya Bendava Tişrînê hate lidarxistin.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên şehîdan, alên QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê, pankartên "Serkeftinên li Kobanê, Minbic, Reqa û Dêrazorê pêk hatin serkeftinên dîrokî ne, serkeftina jina azad û azadiya gelan û serkeftinên jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de ye" hate xemildanin

Piştî deqeya rêzgirtinê, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî. Derwîş serkeftina li dijî DAIŞ‘ê li şervanên ku li dijî DAIŞ‘ê şer kirine û hêzên Koalîsyonê pîroz kir û anî ziman ku beşdarbûna Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya ji Pêngava Bagera Cizîrê cihê serferaziyê ye û got: "Serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ‘ê ji bo cîhanê mîraseyek e, piştî têkçûna DAIŞ‘ê ya bibû bela serê cîhanê, êdî cîhanê bi ewletir bûye."

Şervan Derwîş her wiha got: "Destana Kobanê şikandina yekemîn a çeteyên DAIŞ‘ê ye, bi wê wesîleyên em her şehîdekî ku li koşeyên Kobanê, Minbicê û Reqa şer kirine, mîna Ebû Leyla û Ebû Emced bi bîr tînin û dibêjin ku hevalên wan dê xeta wan temam bikin û bermahiyên çeteyan tine bikin."

Derwîş di berdewama axaftina xwe de banga xurtkirina kar û rêxistinkirinê li şervanan kir û got: "Şervanên ku dikarîbûn çeteyên DAIŞ‘ê têk bibin, dikarin bersiva her êrîşên li dijî me û xêrnexwazên welat bidin."

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Meclisa Malbatên Şehîdan û Saziyên Gaziyan xelatkirin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA