Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa têkiliyan di navbera Tirkiye-Rûsya û Tirkiyê-Amerîkayê de, Lûtkeya Erebî, aloziya li Cezayîrê, Sûdanê û hin mijarên din kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
30 adar, 2019   07:54

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Lihevkirina Rûsya-Tirkiyê têkildarî Idlibê û li rojhilatê Firatê jî çareseriya siyasî û nakokî

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: “Piştî du taloqeyan û beriya deh rojan ji lûtkeya di navbera serokê Rûsyayê Pûtîn û yê Tirkiyê Erdogan, wezîrên derve yên her du welatan Lavrov û Mevlut Çavuşoglu hewl da ku nêrîna her du welatan der barê aloziya Sûriyê de nêzîkî hev bikin. Di civîna çapemeniyê ya her du wezîran li Antakyayê de, hate diyarkirin ku her du alî bi yekbûna axa Sûriyê re ne û ew ê bi hevkariya Îranê re civîna Astanayê pêk bînin. Di heman demê de îtirafkirina Trump bi serweriya Îsraîlê li ser girên Colanê red kir. Her wiha der barê Minbic û Rojhilatê Firatê de, nakokî derketin.

Der barê rewşa Idlibê de, Lavrov teqez kir ku pêşketin di pêkanîna hevpeymana Soçiyê li Idlibê heye. Wezîrê Rûsyayê got divê herêmên Rojhilatê Firatê û Bakurê Sûriyê bi tevahî vegerin bin serweriya rejîmê. Çavuşoglu jî ragihand ku Enqere der barê herêma ewle de bi Washingtonê re di nava lêgerînê de ye û bi Rûsyayê re jî koordîne dike.”

El-Ereb: Nezelalbûna siyaseta Amerîkayê, tevgera Tirkiyê li Sûriyê felc kir

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa Sûriyê kir û wiha got: “Piştî têkçûna’xîlafeta’ Dewleta Îslamê (DAIŞ) li Sûriyê, çavê her kesî li gava Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û cîdiyeta wê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê ye ku heta niha tu pêşketin di vê mijarê de çênebûye. Di heman demê de di demekê de ku însiyatîfa ku der barê herêma ewle li rojhilatê Firatê de hate pêşkêşkirin.

Ne tenê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên Kurd ji biryarên Amerîkayê bi fikar in, di heman demê de Rûsya û Tirkiyê taybet der barê mijarê de ji biryarên Amerîkayê aciz in.

Tirkiye hez dike ku bi endameke NATO’yê re kar bike, ji ber ku hevkariya bi Rûsyayê re, wê Tirkiye temen bide, ji ber ku Rûsya dixwaze Şam hemû axa Sûriyê vegerîne bin serweriya xwe. Gelek alî dibînin ku DYA lez nake ku Sûriyê derkeve û naxwaze dev ji hevkarê xwe yê kurdî berde, ev yek jî dê bihêle ku Enqere hevkariya xwe bi Rûsyayê re xurt bike.”

Lûtkeya Erebî

Têkildarî Lûtkeya Erebî, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Biryara Amerîkayê ya der barê îtirafkirina serweriya Îsraîlê li ser Colana Sûriyê ya dagirkirî, bi awayekî xurt kete amadekariya lûtkeya Tûnisê ku Sûriyê tê de ne beşdar e.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb got: “Di serdana serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî de li DYA`yê, dilê Washington der barê derketina hêzên Amerîkayê ji axa Iraqê rihet kir.”

Filistîn

Têkildarî mijara Filistînê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Meşa Milyonî ya Vegerê, ku wê îro li Xezayê were lidarxistin, dê xebeta Misrê di pêkanîna agirbesta di navbera Îsraîl û komên Filîstînê de, diyar bike. Ji aliyekî din ve jî, Îsraîlê hêza xwe li derdora Xezayê zêde kir.”

Sûdan

Têkildarî rewşa aloziya Sûdanê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Duh piştî nimêja înê, çalakgerên ku ji mizgefta bajarê Um Derman derketin, xwest serok Umer Beşîr û hikumeta wî dev ji erka xwe berdin.”

Cezayîr

Têkildarî çalakiyên li Cezayîrê jî rojnameya El-Quds El-Erebî wiha got: “Cezayîran ku roja înê daketin meşê, biryara serokerkanê artêşê ya çûyîna Ebdullezîz Boteflîqa red kirin.”

Koreya Bakur

Têkildarî cezayên Amerîkayê li ser Koreya Bakur ve, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Serokê Amerîkayê Trump sedema rakirina cezayan li ser Pyongyangê rave kir û diyar kir ku Koreya Bakur di nava aloziyê de dijîn.”

(kc)