Li Til Hemîsê lehî rabû û şênî banga alîkariya lezgîn dikin

Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ji ber barana dijwar lehî rabû. Li ser vê yekê şêniyan bang li şaredariyê kirin ku alîkariya wan bike.

Li Til Hemîsê lehî rabû û şênî banga alîkariya lezgîn dikin
Li Til Hemîsê lehî rabû û şênî banga alîkariya lezgîn dikin
Li Til Hemîsê lehî rabû û şênî banga alîkariya lezgîn dikin
Li Til Hemîsê lehî rabû û şênî banga alîkariya lezgîn dikin
29 adar, 2019   19:19
QAMIŞLO

Li navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ji ber barana dijwar û herkîna geliyan lehî rabû. Şêniyên gundên nêzî geliyan ji tirsa ku malên wan di bin avê de bimînin di nava tevgerê de ne. Şêniyan bang li şaredariyê kirin ku alîkariya wan bike.

Gundên girêdayî bajaroka Ceza ku lehî rabûye ev in; "Mezreyên Hinwa, Zerqa Hesen Necim, Ekreşê, Sefana, Xerbe Ihêmer, Til Ihêmer, Qadisiyê, Mişêrefa Hemara ya Başûr, Widêhiya û Haman".

Gundên girêdayî bajarokê Ebû Cirn û Ûkaz ev in; "Wawiya, Jêsî Elmî, Henwaya Mezin, Hesewiyê, Xiwêtila, Farsûk, Xirbe Umer, mezreya Xirbe Umer, Belqîs, Ferhaniya, Milêhiya, Tol Kerem, Xeşma, Medo, Mezreya Zûma, Dabûliyê û Hemiya" ku bi dehan malên şêniyan ji kelpîçan in û bi hilweşînê ve rû bi rû ne.

Şêniyên gundewarên navçeya Til Hemîsê banga alîkariya lezgîn li şaredariyan dike ku heger asta avê bilind bibe dê îşev zirarên mezin bighêje milkên wan.

Ji ber baranê geliyên Cerahî, Red, Iwêrîd, Mexben, Ihêmer, Rimêla û şaxê wan diherikin, lew re xeterî li ser gundan heye.

ANHA