Ji bo bîranîna şehîd Yekta Herekol û serkeftina QSD‘ê şanoyek hate pêşandan

Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Serêkaniyê ji bo bîranîna şanogerê Kurd şehîd Yekta Herekol û serkeftinên QSD‘ê şanoyeke li navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî pêşkêş kir.

Ji bo bîranîna şehîd Yekta Herekol û serkeftina QSD‘ê şanoyek hate pêşandan
Ji bo bîranîna şehîd Yekta Herekol û serkeftina QSD‘ê şanoyek hate pêşandan
Ji bo bîranîna şehîd Yekta Herekol û serkeftina QSD‘ê şanoyek hate pêşandan
Ji bo bîranîna şehîd Yekta Herekol û serkeftina QSD‘ê şanoyek hate pêşandan
Ji bo bîranîna şehîd Yekta Herekol û serkeftina QSD‘ê şanoyek hate pêşandan
29 adar, 2019   19:28
HESEKÊ

Navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî ya bajarê Serêkaniyê ji bo bîranîna şanogerê Kurd Erdogan Kahraman (Yekta Herekol) ku di 27’ê Adara 2004‘an de roja şanogeriyê de cîhanê de ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetên rêjîma Sûriyê yên li dijî çanda Kurdî li Helebê benda xwe dabû ber agir, di heman demê de bi boneya serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê şanoya xwe ya bi navê "Hêviyên Dayikê" û fîlmê "Bihuşta min" pêşkêş kir.

Bi  dehan endamên saziyên sivîl ên bajarê Serêkaniyê ji bo temaşekirina şano û filîm li navenda çand û hunerê ya Waşûkanî amade bûn.

Beriya ku filîm were pêşandan, deqeyeke rêz hate girtin, paşê filîmê "Bihuşta min" hate pêşandina. Film behsa şerê taybet ê li dijî civakê dike.

Paşê jî şanoya "Hêviyên Dayikê" ya Koma Şehîd Yekta Herekol ya navenda Waşûkanî hate pêşandan. Şano balê dikşîne ser rewşa koçberan û hêviyên dayikan ên vegera li warê xwe.

Şanoya "Hêviyên dayikê" dê 2‘yê Nîsanê di Mîhîrcana Şehîd Yekta Herekok de were pêşandan.

ANHA