Li Cezayirê li dijî Boteflîqa xwepêşandan didomin

Reutersê diyar kir ku îro bi hezarên xwepêşandêran li navenda paytexta Cezayirê bajarê Cezayirê kom bûne, ev yek dê fişara li ser serok Abdulezîz Boteflîqa zêde bike, ji ber ku piştî çend rojan dê ji rêveberiya artêşê îstîfa bike.

Li Cezayirê li dijî Boteflîqa xwepêşandan didomin
29 adar, 2019   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê artêşê general Ahmed Ceyid Selah roja sêşemê ji Meclisa Destûrî xwest ku biryara ku serokê nexweş Boteflîqa yê 82 salî bide bê ka dikare serokatiyê bike yan na.

Her wiha ajans dibîne ku Boteflîqa ku di serweriya xwe ya ji beriya 20 salan ve bi krîzeke mezin re rû rû dimîne, lê di israra serweriyê de nikarîbû bi gelê Cezayirê bide pejirandin.

Têkildarî mijarê xwedekarê zanîngehê Mihemed (25) wiha got: "Dê fişara xwepêşandêran li qadan heta îstîfakirina rêjîmê bidome."

Reutersê bal kişand ser ku xwepêşandêr dixwazin rêjîma siyasî bi temamî hilweşe û bi nifşên nû were guhartin, bi kesên ku dikarin dewletê sererast bikin.

(eh)