Trump û Moon dê di Gulanê de li hev bicivin

Serokê DYA’yê Donald Trump û serokê Koreya Başur Moon dê di 11’ê Gulanê de li Koşka Spî li hev bicivin.

Trump û Moon dê di Gulanê de li hev bicivin
29 adar, 2019   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî demekê ku lûtkeya DYA’yê û Koreya Bakur li Hanoiyê di meha borî de bi bin ket, dê serokê DYA’yê Donald Trump û serokê Koreya Başûr Moon Jae-in di 11’ê Gulanê de li Koşka Spî li hev bicivin.

Li gorî Rûsya Today ji Koşka Spî wergirtiye, ragihand ku hevdîtina her du serokan armanc jê ew e ku dozên dualî û pêşketinên li Koreya Bakur rû didin, pêşkêş bikin. Her wiha serokê Koreya Başûr destnîşan kir ku her du serok dê li ser koordînekirina di navbera her du welatan de der barê aştiya li Bergirava Koreyê nîqaş bikin. Dê bi rêya girtina bi temamî çekên nukleerê be û geşkirina koalîsyonkirina di navbera Koreya Başûr û DYA’yê be.

Ajansa Yonhap a Koreya Başûr raber kir ku wezîrên parastinê yên Koreya Başûr Jong Kyung Do û yê DYA’yê Patrick Chanahan dê diyalogan li Washingtonê di 1’ê Nîsanê li dar bixin. Ev diyalog a yekemîn di navbera her du wezîran de ye ku pêşketinên rewşa ewlehî li Bergirava Koreya piştî ku Lûtkeya Hanoî bi bin ket dê li dar bikeve.

Pyongyangê di sala borî de tecrubeyên roket û nukleerê rawestandin û deriyê diyalogê bi DYA’yê û Koreya Başûr re vekir.

(fr)