Bi wesîleya salvgera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê panelek hat lidarxistin

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Buroya Helebê bi wesîleya salvegera yekemîn a damezirandina partiyê panelek li dar xist.

27 adar, 2019   18:01
HELEB

Panel li Hola Efrîn a herêma Şiqêf hate lidarxistin. Li holê alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û pankaran hatin daliqandin.

Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan beşdarî panelê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, axaftina destpêkê ji hêla Serokê Buroya Helebê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Mihemed Hecî ve hate kirin. Hecî bi xêrhatina beşdan kir û salvegera partiyê li gelê Sûriyê pîroz kir. Her wiha anî ziman ku partî di demekê de ku asoyên çareseriya siyasî xetimî bû ava bû da ku hemû pêkhateyên Sûriyê kom bike û rêbazên çareseriya demokratîk ji bo aloziyê peyda bikin.

Hecî da zanîn ku rêgezên partiyê azadî, wekhefî ye, cudahiyê naxwe navbera netew, bawerî, zanyendan, armanca wê ya sereke Sûriyê ji aloziyê derxîne.

Mihemed Hecî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di pêvajoya heyî de hewcedarî bi têkoşîneke mezin û xebateke hevpar heye û got, ev yek bi rûniştina li ser masya diyalogên navxweyî pêkan e.

Destwerdanên derve temenê aloziyê dirêj kir

Paşê bi navê Partiya Vîna Gelan, Partiiay Netewa Civakî ya Sûriyê, Partiya Komunist a Sûriyaya Yekgirtî, Partiya Ciwanên Netewî ya Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Kongreya Star, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, salvegera damezirandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku di çarçoveya 8 salên ji aloziyê Sûriyê de bi hezaran kes şehîd bûn û bi hezaran kes hatin koçberkirin, destwerdanan derve ku li berjewendiyên xwe digerin  yek ji sedemên sereke yên dirêjkirina aloziyê ne. Her wiha hate gotin ku hêzên derve bi navê pêkanîna aştiyê dest li Sûriyê werdan lê bi demê re niyeta wan eşkere bû, dagikirina Tirkiyê li Sûriyê wekî mînaka vê yekê hate destnîşankirin.

Kesên axivîne anîn ziman ku aloziya Sûriyê di pêvajoya xwe ya dawî de ye û diyar kirin ku berbijêra leşkerî aloziyê çarser nake, pêwîste çareseriyeke siyasî hebe da ku dawî li aloziyê were.

Paşê peyamên pîrozbahiyê yê "Mala Êzidî, Dîwana Edaleta Civakî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê"şandin, hatin xwendin.

Di dawiyê de xelkên dîlanan hatin gerandin.

ANHA