Rêveberiya Xweser: Rewşa li kampa Holê cihê fikran e

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê anî ziman ku rewşa li kampa Holê cihê fikran çêdike û bang li rêxistinên NY‘yê kir ku erka xwe ya li hemberî niştecihên li kampê bi cih bînin.

Rêveberiya Xweser: Rewşa li kampa Holê cihê fikran e
25 adar, 2019   15:42

GIRÊ SPÎ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî derbarê rewşa koçberên li herêmê civîneke çapemeniyê li dar xist. Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê di civînê de bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî kir ku erka xwe ya li hemberî rewşa koçberan pêk bînin.

Ehmê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku koçberên li kampa Holê ya kanona Hesekê ji destpêka pêngava rizgarkirina Baxozê ve di rewşeke zehmet de ne û wiha got: “Rewşa wan ne li gorî hiqûq û azadiya mirovan e. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît ku pêwîste  kongreyeke çapemeniyê were lidarxistin da ku rewşa koçber û penaberên li kampa Holê were şîrovekirin. Li ser rewşa wan were sekinandin, ji ber ku bandoreke neyinî di aliyê alîkarî û tenduristî de li hemû niştecihên kampê heye."

Luqman axaftina xwe wiha domand: “Raporên rêveberiya sivîl a kampê yên derbarê rewşa niştecihên li kampê de, di her aliyan de pêşkêş kirine. Rewşa kampê cihê fikaran e. Li kampê gelek pirsgirêk ên wek niştecihbûn, tenduristî, kêmbûna alîkariyan, her wiha binsaziya kampê hene.”

Ehmê got: “Saziyaên Rêvberiya Xweser û yên têkildarî karûbarên mirovî hemû desteyên Neteweyên Yekbûyî li ser pêla koçberiya ya ji herêmên Hecîn  û Baxozê agahdar kiribû. Beriya wê jî bang kiribû ku pêwîst e bersiveke lezgîn ji aliyê desteyên Neteweyên Yekbûyî ve were dayîn da ku kêmahî were derbaskirin. Lê mixabin tu bersiv nehat. Me dît ku desteyên Neteweyên Yekbûyî di pêkanîna erka xwe de lewaz ma. Tevî ku alîkardayîna bi wan re erkê wê ye."

Luqman Ehmê, bal kişand ser hin xalên sereke yên ji bo başkirina rewşa koçberan û wiha axivî:" Divê desteyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî planeke lezgîn ji bo rewşa koçberan li dar bixe. Binsaziya kampê li gorî hejmara nû, nû bike û li ser bingehê edaletê alîkariyên mirovî pêşkêş bike."

Berdevkê Rêveberiya Xweser diyar kir ku kampa Holê ji 7 beşan pêk tê û hejmara kesên lê dimînin 67 hezar kesin û ev kes di rewşeke aloz de ne.

Luqman Ehmê pirsigêrkên kampê wiha rêz kirin;

"Pirsgirêka niştecihbûnê: niştecihên li kampê neçar in li çolan û di bin baranê de xew bikin. Ev yek li pêşiya desteyên NY pêk tê. Di heman demê de rewşa tenduristiyê ya li kampê bi taybet zarokan giran dibe.

Pirsgirêka hejmarê: Kampên ku Komseriya Karûbarên Penaberan pêşkêş dike, nabe spargeha ewle. Ji ber ku 5 hezar malbat li derveyê kampê ne. Lewre Rêveberiya Xweser hewl dide kampê berfireh bike. Lê hemû rêxistinên mirovî û di nav de desteyên NY‘yê bi baldarî nêzî nabin û alîkariyan kêm dişinin. Her wiha hejmara kesên li derveyî kampan paşguh dikin.

Pirsigrêka malbatên biyanî: 2 hezar û 500 malbatên biyanî hene. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî mesrûfa wan radike. Ev yek jî li ser rêveberiyê bûye barek. Desteyên girêdayî NY’ê ti alîkariyê nade.

Pirsgirêka tenduristiyê: Xizmeta tenduristiyê li kampa Holê ne li gorî ast û hejmara niştecihên wê ye. Tenê Heyva Sor a Kurd nexweşan radike nexweşaneyên Cizîrê. Di kampê de tenê 7 erebeyên ambulansê hene. Tu rêxistinên din nuqteyên tenduristiyê li kampê venekirine.

Alîkariyên xwarinê: Xwarinên konserwayê têra çend rojan tenê dike û pakêtên mehane hewcedarî bi alavên germkirinê hene. Lê  ev alav têra koçberan nakin.

Pirsgirêka avê: Di zivistanê de av kêm tê xerçkirin. Lê bi bilindbûna pileya germê re wê gelek pirsgirêkên ava vexwarinê û kanalîzayona derdikevin. Ji xwe bajarê Hesekê jî pirsgirêka kêmbûna avê dikşîne.

Rewşa xizmetguzariyê: Li piraniya beşê kampê qirêj û ava kanalîzasyonê kom bide, ev yek dê di havînê de bibe sedema belavbûna nexweşiyan."

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrriyê diyar kir ku rewşa li kampê xeter e û bang li desteyên Neteweyên Yekbûyî, saziyên hiqûqî û exlaqî kir ku erka xwe ya li hemberî koçberên li kampê bi cih binin. Ehmê got heta herêmên wan werin rizgarkirin û lê vegerin.

Li ser vê yekê divê destek bi Rêveberiya Xweser li gorî 5 xalên sereke were dayîn:

1-Desteka mirovî ji bo hemû niştecihên li kampê were dayîn bêyî ferq û cudahî di navbera ol û etnîkan de were derxistin.

2-Destek were dayîn da ku kamp were berfirehkirin û av were gihandin.

3-Nuqteyên tenduristiyê an jî nexweşxane werin vekirin.

4-Beşê awarte were pêşxistin û erebeyên ambulansê werin zêdekirin.

5-Pirsgirêkên kanalîzasyonê werin çareserkirin."

ANHA