Şervanê QSD’ê Mehmûd Şiniyor hat oxirkirin

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê û Girkê Legê cenazeyê şervanê QSD`ê Mehmûd Şiniyor (Azad Herma) li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur oxir kirin.

Şervanê QSD’ê Mehmûd Şiniyor hat oxirkirin
Şervanê QSD’ê Mehmûd Şiniyor hat oxirkirin
Şervanê QSD’ê Mehmûd Şiniyor hat oxirkirin
Şervanê QSD’ê Mehmûd Şiniyor hat oxirkirin
Şervanê QSD’ê Mehmûd Şiniyor hat oxirkirin
Şervanê QSD’ê Mehmûd Şiniyor hat oxirkirin
23 adar, 2019   16:25

QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê û Girkê Legê yên kantona Qamişloyê li ber Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê kom bûn û ber bi Goristana Şehîd Dilşêr ve ya li gundê Dugurê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ketin rê. Mehmûd Şiniyor ê şervanê QSD’ê di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Heman demê de. Heman demê de  torenek leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hat lidarxisin. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê, endamê meclisê Hewas El-miflêh û yek ji fermandarên  QSD`ê Şêx Qamişlo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û pêwîstiya berdewamkirina têkoşînê heya pêkanîna xewnên şehîdan hate tekezkirin.

Şêx Qamişlo tekez kir ku bi saya fedakariyên şehîdan teror têk çû.

Paşê bewernameya şahadetê hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Dê sibe merasîma sersaxiyê li gundê Herma yê girêdayî navçeya Girkê Legê li dar bikeve.

(şx)

ANHA