Şêniyên Tirbespiyê û Dirbêsiyê serkeftina QSD`ê pîroz dikin

Bi sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Dirbesiyê yên herêma Cizîrê serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kirin.

Şêniyên Tirbespiyê û Dirbêsiyê serkeftina QSD`ê pîroz dikin
Şêniyên Tirbespiyê û Dirbêsiyê serkeftina QSD`ê pîroz dikin
Şêniyên Tirbespiyê û Dirbêsiyê serkeftina QSD`ê pîroz dikin
Şêniyên Tirbespiyê û Dirbêsiyê serkeftina QSD`ê pîroz dikin
Şêniyên Tirbespiyê û Dirbêsiyê serkeftina QSD`ê pîroz dikin
23 adar, 2019   16:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Tirbespiyê

Piştî ku serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê hat ragihandin, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên têkçûna DAIŞ’ê hatin destpêkirin. Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo, bi kerwanekî wesayîtan û bi alên QSD`ê, di nav kolanên navçeyê de geriyan û serkeftina QSD’ê pîroz kirin.

Şêniyan sloganên silavkirina YPG, YPJ û QSD`ê berz kirin û li qada Azadî xelekên govendê gerandin.

Dirbesiyê

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê jî daketin kolanan û serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kirin.

Tevî şervanên YPG û YPJ`ê, şênî li ber navenda Ciwanan a navçeyê  kom bûn û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê berz kirin.

Şênî ji ber navendê bi kerwanekî wesayîtan di nav kolanên navçeyê de geriyan û berê xwe dan bajarokên El-Qermanî, El-Xenamiye û gundê Kerbatlî.

(şx)

ANHA