Li Baxozê şer dijwar e.. şervanên QSD`ê êrîşên çeteyan têk dibin

Li Baxozê ji saetên sibê ve di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê şerekî dijwar rû dide. Şervanên QSD`ê êrîşên çeteyên têk birin û ew dorpêç kirin.

Li Baxozê şer dijwar e.. şervanên QSD`ê êrîşên çeteyan têk dibin
Li Baxozê şer dijwar e.. şervanên QSD`ê êrîşên çeteyan têk dibin
18 adar, 2019   06:20

DÊRAZOR

Nûçegihanê me ku şerê Baxozê dişopîne ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê hewil didan bi rêya êrîşên li ser nuqteyên şervanan dorpêça ku ji saetên sib ve ji aliyê şervanan ve li ser wan hatiye ferzkirin, bişîkînîn. Şervanan êrîşên çeteyan têk birin.

Her wiha nûçegihanê me diyar kir ku li Baxozê şer bi dijwarî didome.

ANHA