Dibistanên Dêrikê bi navên şehîdên Şoreşê tên binavkirin

Li navçeya Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo, KPC’ê şahiyek lidar xist û navê şehîdên Şoreşa Rojava  li dibistanên navçeyê kir.

17 adar, 2019   14:47

QAMIŞLO

Li navçeya Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo, KPC’ê şahiyek lidar xist û navê şehîdên Şoreşa Rojava  li dibistanên navçeyê kir.

Hevseroka Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Semîra Hac Elî, saziyên civaka sivîl, meclisên malbatên şehîdan û mamosteyên dibistanan beşdarî şahiyê bûn.

Dibistana Şehîd Bahoz (bi rastnav Mihemed Emîn Mûsa) ji hêla malbata wî ve hate vekirin. Birayê şehîd Firmuz Mûsa axivî û wiha got: “Ez ji nûve navkirina dibistanan li malbatên şehîdan, hêzên leşkeri yên di eniyan de şer dikin û mamosteyên ziman pîroz kir.”

Mûsa wiha domand : "Bi keda şehîdan em gihiştin vê qonaxê. Piştî ku bi salan zimanê dayîkê li zarokên me hat qedexekirin, niha em bi zimanê xwe dixwînin.”

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Şaredariya Gel û gerînendetiya dibistana Şehîd Bahoz ve avaftin hatin kirin. Axêveran bal kişand ser kedên şehîdan di parastina nirxên mirovahî û destkeftiyên Şoreşa Rojava de.

Piştî axaftinan koma Perperîkên Hêviyê govenên Kurdî gerandin. Piştre koma xwendekarên dibistanan gelek stranên filoklorî û lîstoka tekwandoyê pêşkêş kirin.

Di dawiyê de pêşangeha hunerê destan a xwendekarên dibistana Şehîd Bahoz di nava dirûşma silavkirina şehîd û tilîliyan dayikan de hate vekirin.

(fr)

ANHA