‘Umer Elûş roleke pêşeng di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de lîst’

Beşdarên merasîma bîranîna şehîd Umer Elûş îşaret pê kir ku wî roleke pêşeng ji bo pêkanîna metodên neteweya demokratîk û têgeha jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de listeye.

‘Umer Elûş roleke pêşeng di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de lîst’
‘Umer Elûş roleke pêşeng di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de lîst’
‘Umer Elûş roleke pêşeng di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de lîst’
‘Umer Elûş roleke pêşeng di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de lîst’
‘Umer Elûş roleke pêşeng di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de lîst’
‘Umer Elûş roleke pêşeng di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de lîst’
‘Umer Elûş roleke pêşeng di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de lîst’
‘Umer Elûş roleke pêşeng di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de lîst’
‘Umer Elûş roleke pêşeng di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de lîst’
‘Umer Elûş roleke pêşeng di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de lîst’
15 adar, 2019   13:59

GIRÊ SPÎ

Bi piştevaniya Meclisa Sivîl a Reqayê û bi hevkariya Meclisa Naçeya Eyn Îsa konê bîranînê li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ji bo bîranîna salvegera 1’emîn a endamê Komîteya Têkiliyên Giştî û endamê Buroya Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Umer Elûş hate vedan.

Bi sedan şênî, malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, oldar û rûspiyên êlên herêmê, endamên MSD, PYD, QSD, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Koalîsyona Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê û nûnerên ji Koalîsyona Navdewletî berê xwe da konê bîranînê. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa axivî û pêşwaziya beşdaran kir.

Leyla wiha got: "Hebûna me bi girseyî, li vir nameyek ji dijminên mirovahiyê re ye ku planên wan têk çûn. Em bi kedeke mezin tişta me dest pê kiriye, dixebitin û nameyeke aştiyê ji tevahî mirovahiyê re ya jiyana hevbeş û biratiya rast a civaka demokratîk a xwe dispêre têgeha neteweya demokratîk bi rê dikin."

Di dawiyê de Leyla îşaret pê kir ku Umer Elûş kesayetekî welatparêz ê li pêş bû û rêgezên sîstema demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê danîn.

Bi navê malbata şehîd, Xalêb Elûş jî wiha axivî : "Umer bi destê xapîner û xayinan şehîd bû. Hêviya me ew bû ku di têkoşîna xwe ya ta roja îro de hebûya, lê bi vê kombûyînê ku dilê her kesî bi şehîdbûna wî êşiyaye, berhema karê wî îro dibînin."

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana têkoşer şehîd Umer Elûş a di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de serkêşî kiriye, hate pêşandan.  Dûre hevseroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed raber kir ku Umer Elûş ji damezirînerên MSD’ê ye. Rol û rista wî di birêxistinkirin û sazkirina meclis, meclisên herêmî yên li Girê Spî, Minbic û Reqayê û di her bihosteke xakê de heye.

Îlham wiha lê zêde kir: "Umer Elûş mirovahî li vê herêmê vejand û çi taybetiyên mirovî hene li kesayeta wî ya gewre tê pêkanîn. Têkoşer şehîd rola xwe ya mezintirîn di nexşeya avahiya ku em niha li herêmê bi sîstema demokratîk dineqişîn de, heye. Em deyndarên hevalê xwe ne û dê li ser şopa wî bimeşin heta pêkanîna hedefên ku wî dixwest. Her demekê kesayetên dîrokê vejînin, derdikevin pêş. Kesayeta Elûş ew kesayet e ku em ji merheleya krîzî û terorê ber bi merheleya aştî, demokratî û hezkirinê ve birin."

Ji aliyekî din ve jî Îlham bal kişad ser ku şêniyên hemû herêmê Umer Elûş dinasin û wiha got: “Hevalê di Koalîsyona Navdewletî de, şervanên ku li ser vê xakê şer kirine û kesên dixwazin ewlehî û aştiyê di herêmê de pêk bînin, Elûş dinasin."

Di berdewamiya axaftina xwe de Îlham Ehmed wiiha got: "Hemû karê Elûş pê rabûye ji bo xizmeta tevahî civaka Sûriyê bû. Kevirê binyadî yê rêxistina Sûriyê pêşeroj û avakirina Sûriya demokratîk ava kir."

Di dawiya axaftinê de Îlham Ehmed diyar kir ku hêvîdar in sala 8’emîn a krîza Sûriyê ya didome, bibe sala aştî, ewlehî û garantiya avakirina Sûriyeyeke nû.

Her wiha axaftin ji hêla hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abid Hamid El-Mihbaş, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan, yek ji fermandarên QSD’ê Heqî Kobanê, endamê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk  a PYD’ê Salih Mislim, hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Enwer Mislim û hevserokê Komîteya Jinûveavakirinê ya Reqayê Îbrahîm Hesen ve hatin kirin.

Axêveran diyar kir ku şehîd Umer Elûş pê re taybetmendiya keşfkirina cewher û şekil hebû û paqijiya hundirîn, wefadariya welatparêzî, lehengî, aramî, zelaliyet û zanebûn hebû. Tevî dijwariya têkoşînê jî mirovekî siyasî, rûbiken û rewşenbîr bû. Axêveran destnîşan kir ku destê xiyanetê û xedrê di demeke ku herêm di merheleyeke dijwar re derbas dibe de ew şehîd xist. Her wiha hedefgirtina Elûş armancgirtina yekitiya pêkhateyên herêmê û yekitiya Sûriyê ye.

Axêveran di dawiyê de soza pêkanîna hêviyên şehîd Umer Elûş da.

Di merasîmê de bi navê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê fermadar Paul E. Funk axivî û spasiya beşdarên bîranîna şehîd Umer Elûş kir. Funk raber kir ku ew ji 6 mehan ve li Sûriyê ye û wiha got: "Beriya ku ez bêm Sûriyê min şehîd Umer Elûş bihîstibû. Bi karên wî yên pêşengiya pêkanîna aştî û demokrasiya di navbera şêniyên herêmê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û rola wî ya di Meclisa Sivîl a Reqayê de jî bihîstibû."

Paul E. Funk wiha bi dawî kir: "Ji min re şeref û rûmetek e ku bi kes û dostên şehîd re kar bikim, ji ber şehîdê mirovahiyê bû."

Tê payîn beşdar berê xwe bidin Goristana Şehîd Dîjle ya kantona Kobanê.

(fr)

ANHA