Li gundê Îtwêranê ji bo zarokan şahî hat lidarxisin

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya kantona Kobanê bi boneya nêzîkbûna cejna Newrozê ji bo zarokên dibistana gundê Îtwêranê şahiyek li dar xist.

Li gundê Îtwêranê ji bo zarokan şahî hat lidarxisin
Li gundê Îtwêranê ji bo zarokan şahî hat lidarxisin
Li gundê Îtwêranê ji bo zarokan şahî hat lidarxisin
Li gundê Îtwêranê ji bo zarokan şahî hat lidarxisin
14 adar, 2019   12:36

KOBANÊ

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dirûşma "Zarok kulîlkên Newrozê ne, em Newroza 2019`an pîroz dikin" ji bo zarokên asta seretayî û navîn ên di dibistana gundê Îtwêran a girêdayî navçeya Sirînê ya kantona Kobanê, şahiyek li dar xist.

Şahî bi tevlêbûnê bi dehan şêniyên gundê Îtwêranê li dibistana ku li navenda gundê Îtwêranê dikeve, hate lidarxisin.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji rêveberiya Dibistana Îtwêranê mamoste Hisên Mislim cejna Newrozê li gelan pîroz kir û wiha got: “Cejna Newrozê, rojeke dîrokî ye. Di 21`ê Adarê de gelan xwe ji bindestiyê azad kir û agir dadan û îro me dawî li DAIŞ`ê anî."

Paşê Koma Şehîd Rêvana a Kevena Zêrîn Dîlan bi cil û bergên folklorîk pêşkêş kirin. Her wiha Koma Şehîd Rojhat ya bajarokê Bilik jî stran gotin.

ANHA