Rojeva rojnameyên erebî

Şerê li dijî çeperên dawîn ên DAIŞ`ê li Bakurê Sûriyê, êrîşên Rûsyayê yên li dijî bajarê Idlibê û bûyerên dawîn ên li Cezayir, Lubnan û Sûdanê di rojeva ronameyên erebî de bûn.

Rojeva rojnameyên erebî
14 adar, 2019   09:13

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Şerq El-Ewset: Piştî ku bi hezaran çeteyan xwe radest kir, DAIŞ rojên xwe yên dawîn dihejmêre

Di mijara şerê li dijî DAIŞ`ê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Rêxistina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di kêliyên xwe yên dawî de ye. Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên hevpeymanê çeperên dawîn ên DAIŞ`ê bi dijwarî bombebaran kirin, 3 hezar şervanên DAIŞ`ê di nava du rojên dawîn de xwe radest kir.

QSD’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê 2 êrîş li dijî hêzên wan pêk anîn, lê nekarîn bi pêş bikevin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ji rojnamevanan re got ku êrîşa duh nîvro ji ya berê bi hêztir bû.Navendê her wiha da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê piştî ku li asmanê Baxozê dûman rabû, hewl dan êrîş bikin, lê nekarîn bi pêş bikevin, di her du êrîşan de jî tu ziyanên giyanî çênebûn."

El-Heyat: Balafirên şer ên Rûsyayê êrîşî derdora Idlibê kir

Rojnameya El-Heyat der barê geşedanên li derdora bajarê Idlibê yê Sûriyê de wiha nivîsî: "Opozîsyona Sûriyê, Rûsya tawanber kir ku bi fosfora spî êrîşî herêmên Idlibê kiriye. Ekîbên alîkariyê diyar kir ku du jin hatin kuştin, nêzî 20 kesan ku nîvê wan zarok in, li herêma Seraqibê birîndar bûn.

Malperên opozîsyonê diyar kir ku 2 balafirên Rûsyayê duh ji balafirgeha Himêmîmê firiyan û herêma Ereb Seîd a rojavayê Idlibê û hin herêmên din li bejahiya rojavayê Idlibê bombebaran kirin."

El-Şerq El-Ewset: Piştî bombebaranê DAIŞ`î ji zindanê reviyan

Der barê heman mijarê de El-Şerq El-Ewset wiha got: "Piştî ku balafirên Rûsyayê hin deverên Idlibê bombebaran kirin, hin çeteyên DAIŞ`ê ji zindaneke bakurê rojavayê Idlibê reviyan.

Ajansa nûçeyan a Rûsyayê ragihand ku balafirên Rûsyayê duh bi hevkariya Tirkiyê êrîşî depoyeke çekan li Idlibê kir. Ajansê li ser zimanê Wezareta Parastinê diyar kir ku di depoya Heyet Tehrîr El-Şam de firokeyên Drone hebûn ku dê ji bo êrîşa li dijî baregeha Himêmîmê bihatan bikaranîn.

Çalakvanan dîmenek belav kir û got ku hin girtî, di nav wan de endamên DAIŞ`ê hene, ji zindanê reviyan."

Cezayir

Der barê geşedanên li Cezayirê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serokê artêşa Cezayirê Ehmed Qayid Salih duh hêrsa xwe ya li dijî xwepêşandanan diyar kir. Salih gefa bikaranîna tundiyê li dijî "dijminên gel ên hundir û derve " xwar, lê wî deriyê diyaloga di navbera artêşê û gel de jî vekirî hişt."

Sûdan

Rojnameya El-Şerq El-Ewset têkildarî rewşa aloz a Sûdanê wiha got: "Serokwezîrê Sûdanê Mihemed Tahir Êla duh pergala hikumeta nû eşkere kir. Di hikumetê de heman kesên berê hene. Êla di civîneke çapemeniyê de navên wezîrên hikumeta nû eşkere kirin, lê piraniya wezîran di hikumeta berê de jî hebûn.”

Lubnan

Geşedanên li Lubnanê di rojeva rojnameya El-Heyat de bûn: "Piştî ku parlemana Lubnanê pergala hikumetê ya nû erê kir, hîna mehek derbas nebû hin perlamenteran der barê hin dosyayan de hikumet da ber lêpirsînê. Serokê parlemanê Nebîh Birî diyar kir ku ew ê ji bo lêpirsînê doza kombûna parlemanê bike. Birî got ku parlemanê 17 pirs arasteyî hikumetê kirine."