‘Herêmên me ewle ne, tenê pêwîstî bi îtîrafek siyasî heye’

Serokê Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Tebqayê Selam Hesen di panela rêxistina xwe de diyar kir ku herêm ewle ye, tenê bi hewcedariya îtîrafek siyasî heye.

‘Herêmên me ewle ne, tenê pêwîstî bi îtîrafek siyasî heye’
‘Herêmên me ewle ne, tenê pêwîstî bi îtîrafek siyasî heye’
‘Herêmên me ewle ne, tenê pêwîstî bi îtîrafek siyasî heye’
‘Herêmên me ewle ne, tenê pêwîstî bi îtîrafek siyasî heye’
‘Herêmên me ewle ne, tenê pêwîstî bi îtîrafek siyasî heye’
‘Herêmên me ewle ne, tenê pêwîstî bi îtîrafek siyasî heye’
13 adar, 2019   19:17

TEBQA

Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê îro li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê panelek bi navnîşan `Herêma ewle di nav teorî û pêkanînê de` li dar xist. Endamên Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê Mune Xelef, Fatme El-Elî û Ebîr Yûsif serkeftinên QSD`ê bi bîr xistin û rola jina şervan di pêkanîna wan serkeftinan de tekez kirin. Endaman weke mînaka wê jinên mîna Hemîde Tahir, Sena Mihêdlî, şehîdên şoreşa jinê Avesta Xabûr, Arîn Mîrakn û Hêlîn Cûdî nîşan dan.

Têkildarî têgeha herêma ewle û girêdana wê bi rewşa heyî re, endamê Hevalbendiya Niştîmanî şaxê Tebqayê Hisên El-Osman destnîşan ku ti pênaseyek diyar ji têgeha herêma ewle re tune ye, ew têgehek ne fermî ye. El-Osman protokolên Cinêvê girtêdayî herêma ewle ji beşdaran re şîrove kirin.

Serokê Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Tebqayê Selam Hesen destnîşna kir ku herêm ewle ye û tenê bi hewcedariya îtîrafek siyasî ye bi taybet ji hundir ve. Hesen yekîtiya xaka Sûriyê tekez kir û bal kişand ser armancên Tirkiyê di hewldana xwe de ji bo avakirina herêma ewle.

Hesen di berdewama gotinên xwe de hindek mînak li ser hewldanên Tirkiyê weke guhertina demogarfiya herêmên ku dagir kirine û guhertina navên gund, bajar û nasnameyê anî ziman.

Têkildarî helwesta Rûsyayê ji herêma ewle, Hesen diyar kir ku Rûsya bi xeteriya Tirkiyê hesiyaye bi taybet piştî têkçûna lihevkirina Rûsya û Tirkiyê girêdayî herêma bêçek li Idlibê.

Girêdayî nêrînên Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, di panelê de tekez bû ku ji bilî danûstandina Sûrî-Sûrî li Sûriyê beyî mudexeleyên derve, çareserî ne pêkan e.

(şx)

ANHA