Kongreya Brukselê îro aloziya Sûriyê nîqaş kir

Malpera fermî ya Yekitiya Ewropayê xebatên civîna ku dê 3 rojan dewam bike, bi sernavê “Piştgiriya pêşeroja Sûriyê û herêmê” ku duh li paytexta Belçîka Brukselê dest pê kiribû,  belav kir.

Kongreya Brukselê îro aloziya Sûriyê nîqaş kir
13 adar, 2019   13:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) xebatên civînê yên ji bo piştgiriya Sûriyê, bi rê ve dibin.

Li gorî malperê, dê kongre fişarê li civaka navdewletî bike da ku piştgiriya gelê Sûriyê bike û li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254’an, aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî û mayînde çareser bike.

Beşdar dê mijarên sereke ku bandora wê li ser gelê Sûriyê heye, bi wezîrên ji herêmê, dewletan, YE`yê û serokên NY`yê re nîqaş bikin.

Kongreya Brukselê armanc dike ku 5 milyar dolar ji dewletên beşdar kom bike da ku bersiva aloziyên koçberan û penaberên Sûriyê li bajarên derdorê bide, bi taybet li Tirkiye, Urdun û Lubnanê.

Kongreyê duh dest pê kir û zêdetirî hezar kes beşdar bûn. Nûnerên civaka sivîl li Sûriyê û herêmê, wezîr û xwedî biryar ji bajarên derdorê yên Sûriyê, rêxistinên herêmî û NY`yê, Xaça Sor beşdarî civînê bûne. Îro di civînê de, aloziya Sûriyê tê nîqaşkirin.

(jo)