QSD’ê dewreyeke nû li Tebqayê bi dawî kir

Li Tebqayê bi rasthatina operasyona leşkerî ya rizgarkirina erdnîgariya dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê yên ku li cihekî berteng li gundê Baxozê asê bûne, QSD’ê dewreyeke nû li Tebqayê bi dawî kir.

QSD’ê dewreyeke nû li Tebqayê bi dawî kir
QSD’ê dewreyeke nû li Tebqayê bi dawî kir
QSD’ê dewreyeke nû li Tebqayê bi dawî kir
QSD’ê dewreyeke nû li Tebqayê bi dawî kir
QSD’ê dewreyeke nû li Tebqayê bi dawî kir
QSD’ê dewreyeke nû li Tebqayê bi dawî kir
13 adar, 2019   13:41

TEBQA

Merasîma bidawîkirina dewreya 5’emîn a bi navê ‘Dewreya Şehîd Mehmûd Reqa’ li bajarokê El-Bûasî yê ku dikeve bejahiya herêma rojava ya Tebqayê bi beşdarbûna hejmarek ji fermandariyên leşkerî û saziyên sivîl û civakî, hate lidarxistin.

Di merasîmê de, hevserokê Meclisa Zagonsaz Hamid Ferec, hevserokê Meclisa Rêveber Şiyar Mihemed, ji fermandarên QSD’ê Omîd Gabar û rûspiyên êlên erebî yên herêmê amade bûn.

Merasîmê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Dûre hevserokê Komîteya Parastin û Erka Xweparastinê Mihemed Elî Xalid bidawîkirina dewreya leşkerî pîroz kir û wiha got: "Îro bi rasthatina şerê hêzên me li dijî tunekirina terorê û rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qirêjiya wê, ciwanên herêmê di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ku ji tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, xwe bi rêxistin dikin."

Di dawiyê de Xalid wiha got: "Hûn niha berpirsyarên ewlehiyê ne û divê li ser şopa hevalên xwe yên şehîd bimeşin."

Dewreya Şehîd Mehmûd Reqa yê ku şervanên herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê tev lê bûne 45 rojan dom kir. Şervanan waneyên bîrdozî û leşkerî standin.

Piştre şervanan sonda leşkerî xwar û soza parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin û tekez kir ku têkoşîn û berxwedan metoda wan a jiyanî ye. Di dawiya merasîmê de şervanan dîlanên erebî û kurdî gerandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Mehmûd Reqa di pêngava Bagera Cizîrê şehîd bûbû.

(fr)

ANHA