Li Lubnanê nasnameya şervanekî hat ragihandin

Li Lubananê TEV-DEM’ê bi merasîmekê nasnameya şervanê YPG`ê Dilgeş Qoto ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, eşkere kir.

Li Lubnanê nasnameya şervanekî hat ragihandin
Li Lubnanê nasnameya şervanekî hat ragihandin
13 adar, 2019   08:49

LUBNAN

Li herêma Bîqaa ya Lubnanê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) duh bi merasîmekê nasnameya şervanê YPG`ê Dilgeş Qoto (Dilmêr Efrîn) ku 5`ê Sibata 2018`an de di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, eşkere kir.

Malbata şehîd û bi dehan Kurdên li Lubnanê tev li merasîmê bûn.

Li cihê merasîmê wêneyên şehîdên YPJ/YPG`ê ku li Sûriyê li dijî dagirker û terorîstan efsaneyên dîrokî nivîsandin, hatibûn daliqandin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê Abdulselam Ehmed axivî û hemû şehîdên ku ji bo rizgrkirina xaka welatê xwe ji çete û dagirkeran, canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr anîn.

Ehmed destnîşan kir ku destpêka 2018`an artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî kantona Efrînê kir, armanca wan ew e ku xaka welat dagir bikin û wiha anî ziman: "Şervanênê me li dijî dagirkeran efsaneyên dîrokî nivîsandin. Lê artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe de balafir bi kar anîn. Dewleta Tirk a dagirker 18`ê Adara 2018`an Efrîn dagir kir û heta roja îro li dijî gelê Efrînê kiryar û binpêkirinan pêk tînin."

Abdulselam Ehmed li ser rewşa dawî ya herêmê û nêzîkbûna têkçûna çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê şervanên QSD`ê li Baxozê û got "Ev serkeftineke mezin e."

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endamê TEV-DEM`ê Selîm Hesen ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA