Li Baxozê şerê dijwar didome

Li hemû eniyên Baxozê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar didome. Şervanan çeperên parastinê yên çeteyan şikandin, hejmareke ji erebeyên leşkerî teqandin, navendeke fermandariya serçeteyan rûxandin, her wiha 38 çete hatin kuştin.

Li Baxozê şerê dijwar didome
12 adar, 2019   08:22

DÊRAZOR

Gerînendeyê Navenda Ragihandê ya QSD`ê Mustefa Balî di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku şevê din di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de li hemû eniyên Baxozê, şerên dijwar rû dan.

Mustefa Balî diyar kir ku şervanên QSD`ê çeperên parastinê yên çeteyên DAIŞ`ê şikandin, her wiha hejmarek ji erebeyên leşkerî yên çeteyan teqandin. Balî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi moşekan êrîşî navendên şervanan kir û hewl da ku li pêşiya pêşveçûnên şervanan bibin asteng.

Balî got di encama şerê şevê din de 38 çete hatine kuştin.

Mustefa Balî diyar kir ku her wiha 3 şervanên QSD`ê şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA