Artêşa Îsraîlê 10 filistînî binçav kirin

Vê sibehê artêşa Îsraîlê 10 filistînî di hemleya ewlehiyê ya li El-Difa El-Xerbiyê de pêk aniye, binçav kirin.

Artêşa Îsraîlê 10 filistînî binçav kirin
11 adar, 2019   11:37

XEZA

Çavkaniyên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê 10 filistînî piştî ku bi ser malên wan de girt û wêran kirin, binçav kirine.

Ji aliyekî din ve jî nûçegihanê me ragihand ku hikumeta Îsraîlê hişt beşa 4’emîn a alîkariya Qeterê yên taybet ji bo xizanan û karmendên tevgera Hemasê, derbasî El-Difayê bibin. Dê îro ev alîkarî bê belavkirin.

Li gorî ku çavkaniyan ragihandiye, balyozê Qeterê Mihemed El-Îmadî duh dereng gihaşt El-Difayê. Her wiha serdana wî jî ji bo dosyaya agirbesta di navbera Xeza û Îsraîlê de ya bi Hemasê re bû.

(fr)

ANHA