‘Bi saya şehîdan em roja xwe pîroz dikin‘

Jinên ku beşdarî şahiya 8‘ê Adarê ya li Reqayê bibûn gotin, ew bi saya şehîdan ew roja xwe pîroz dikin û hêvî kirin ku hemû jin ji zulmê rizgar bibin.

‘Bi saya şehîdan em roja xwe pîroz dikin‘
8 adar, 2019   16:58

RUBA EL-ELÎ / REQA

Jinên beşdarî pîrozbahiyê bibû ji ajansa me ANHA‘yê re gotin ew ê xeta şehîd Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û Leyla Guven bişopînin.

Cîhan El-Elî, berxwedana jinên herêma Firatê silav kir û got: "Me xwe nas kir û di her qadan de me xwe îsbat kir, niha em bi azadî bi çanda xwe dijîn, ku çeteyên DAIŞ‘ê em jê hiştibûn,."

Cîhan her wiha  anî ziman ku piştî QSD‘ê herêm ji çeteyan rizgar kirin, êdî jin rastiya 8‘ê Adarê nas kir û dê têkoşîna xwe dewam bikin.

Fatima Seyîd a ji gundewarê Dêrazorê ku ev cara yekemîn e 8‘ê Adarê pîroz dike got: "Em hêvî dikin ku hemû jin ji zulm û koletiyê rizgar bibin. Em têkoşîna xwe ji Leyla Guven digirin."

Newroz Ebdulrehman jî got: "Jin pêşenga avakirina civakê ye,em îro roja xwe pîroz dikin û çanda xwe ya firatê derdixînin."

Newroz her wiha 8‘ê Adarê li jinên Efrînê û şervanên di çeperên şer de li hemberî dijim pîroz kir û diyar kir ku jin bi keda şehîdan armacên xwe dighînin serî.

Ji aliyê xwe ve Menal El-Xelef destnîşan kir ku bi saya keda şervanên YPJ û QSD‘ê roja xwe pîroz dikin ku Bakurê Sûriyê ji terorîstan rizgar kirin û jin azad kirin.

Menal got: "Şehîd Barîn ji bo hemû jinan mişeleye, bijî azdaiya jin, bijî Sûriyeya azad û demokratîk."

ANHA