Li Siwêda û Quneytrayê tevgera Îsraîlê

Li parêzgehên Quneytra û Siwêdayê hêzên Îsraîlê bi ser malan de girt û balafirên şer li ser herêmê geriyan.

Li Siwêda û Quneytrayê tevgera Îsraîlê
20 cotmeh, 2026   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê duh li gundê Resem El Rewadî yê girêdayî Quneytrayê ciwanek girt û îro ew serbest berda. 

Li gundewarên bakurê Quneytrayê jî hêzên Îsraîlê li gundê Terneca bi ser malekê de girt û bombeyên ronîkirine berdan. Her wiha li nêzî daristana Cebata El Xeşeb bombeyên ronî kirine, berdan.

Li Siwêdayî jî li gorî çavkaniyên herêmî balafireke ku nasnekirine girêdayî kî ye nêzî Til El Sehin ku dikeve rojhilatê parêzgeha Siwêdayê tirimbêlek bombebaran kir. Di heman demê de balafirên şer ên Îsraîlê li ser Quneytra û Siwêdayê digeriyan.

(np)