"Di pêvajoya entegrasyonê de YPJ`ê wekî hêzeke xweser cihê xwe digire"

Fermandariya YPJ`ê diyar kir ku di "nîqaş û nirxandinên li ser pêvajoya entegrasyonê de, YPJ`ê wekî hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire.

"Di pêvajoya entegrasyonê de YPJ`ê wekî hêzeke xweser cihê xwe digire"
20 cotmeh, 2026   11:40
NAVENDSA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), derbarê geşedanên dawî û pêvajoya nû de daxuyanî da û da zanîn ku di "nîqaş û nirxandinên li ser pêvajoya entegrasyonê de, YPJ`ê wekî hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire. "

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

"Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ku di têkoşîna li dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê de xwedî dîrok û sekneke girîng e, derbarê geşedanên dawî û pêvajoya nû de berî her tiştî gelê me û paşê raya giştî agahdar dike:

Di çarçoveya hewldanên ji bo pêkanîna aramiya herêmê û avakirina paşerojeke ewle de, nîqaş û nirxandinên li ser pêvajoya entegrasyonê berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de, YPJ wekî hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire.

YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, di heman demê de sembola îrade û ked a jinê ye. Ji ber vê yekê, derbarê hûrgiliyên beşdarbûnê û rola YPJ’ê ya di avaniya nû de, li ser bingeha parastina nasname, ezmûn û destkeftiyên jinan, nîqaşên berfireh berdewam dikin.

Em wekî YPJ diyar dikin ku di her gavê de xeta me ya sereke parastina destkeftiyên gelê me û mafên rewa yên jinan e. Encamên van nîqaşan dê di demên pêş de bi zelalî ji raya giştî re werin ragihandin. "

(k)

ANHA