Parêzvana mafên mirovan Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt

Hiqûqnas û parêzvana mafên mirovan Navanethem `Navî` Pîllay Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2026`an wergirt.

Parêzvana mafên mirovan Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt
9 cotmeh, 2026   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Akademiya Zanistî ya Kraliyeta Swêdê bi daxuyaniya li paytexta Swêdê Stoklomê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2026an eşkere kir. Komîteyê diyar kir ku wan ji ber xebatên, ‘Arestekirina aştiyê û teşwîqkirina hiqûqa navneteweyî’ xelat daye hîqûqnasa ji Efrîqaya Başûr, Navanethem “Navî” Pîllay.

Komîteya Xelatê di berdewama daxuyaniya xwe de bi lêv kir ku Navanethem “Navî” Pîllay ji bo sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin derxîne pêşberî darazê xebatên girîng daye meşandin û wê di vê xebata xwe de bi wêrektî û dirust tevgeriyaye.