Ji bo çareserkirina fikarên ewlehiyê li gundên Serêkaniyê avakirina komîteyekê hat pêşniyarkirin

Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn li parêzgeha Hesekê, Mehmûd Xelîl, ji bo gotûbêjkirina karûbarên ewlehiyê bi nûnerên şêniyên 11 gundên nêzîkî Serêkaniyê re civiya û mijara hebûna baregehên Tirkiyê û fikarên ewlehiyê nirixandin. Di hevdîtinê de avakirina komîteyek ji bo çûna bajêr hat pêşniyarkirin.

Ji bo çareserkirina fikarên ewlehiyê li gundên Serêkaniyê avakirina komîteyekê hat pêşniyarkirin
Ji bo çareserkirina fikarên ewlehiyê li gundên Serêkaniyê avakirina komîteyekê hat pêşniyarkirin
Ji bo çareserkirina fikarên ewlehiyê li gundên Serêkaniyê avakirina komîteyekê hat pêşniyarkirin
Ji bo çareserkirina fikarên ewlehiyê li gundên Serêkaniyê avakirina komîteyekê hat pêşniyarkirin
Ji bo çareserkirina fikarên ewlehiyê li gundên Serêkaniyê avakirina komîteyekê hat pêşniyarkirin
Ji bo çareserkirina fikarên ewlehiyê li gundên Serêkaniyê avakirina komîteyekê hat pêşniyarkirin
19 cotmeh, 2026   11:36
HESEKÊ

Îro Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn li parêzgeha Hesekê, Mehmûd Xelîl, bi nûnerên şêniyên 11 gundên nêzîkî Serêkaniyê re civiya û mijara hebûna baregehên Tirkiyê û fikarên ewlehiyê nirixandin. 

Armanca civînê gûtêjkirina rewşa ewlehiyê li gundên wan û rêbazên dîtina çareseriyên gengaz ji bo çareserkirina van tirs û fikarên şêniyan bû.

Di civînê de, mekanîzmayên ji bo gihîştina çareseriyên guncaw hatin nîqaşkirin. Pêşniyarek hat kirin ku komîteyek ji şêniyên gundan were avakirin da ku biçin Serêkaniyê û rewşa gundên xwe binirxînin û tirs û fikarên şêniyan  çareserbikin.

(k)

ANHA