Rojnameyên Erebî krîzên hemwelatîbûn, koçberî û bandora Îranê nirixand

Gotarên ku îro di rojnameyên Erebî de hatine weşandin, mijarên têkildarî aramiya welatên herêmê, pirsgirêkên avakirina dewletek dadperwer, zêdebûna koçberiyê ji welatên Erebî û aloziyên herêmî yên berdewam li Yemenê, nirixandin.

Rojnameyên Erebî krîzên hemwelatîbûn, koçberî û bandora Îranê nirixand
20 cotmeh, 2026   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên ku îro, girîngiya hemwelatîbûn û edaletê di xurtkirina aramiya neteweyî de nirixandin, di heman demê de sedemên ku çima welatên Ereb bûne hawîrdorên ku welatiyên xwe dûr dixin jî lêkolîn kirin.

HEMWELATÎBÛN Û EDALET BINGEHA ARAMIYA NETEWEYÎ NE

Gotarek ku di rojnameya Lubnanî El Nehar de hatiye weşandin, girîngiya avakirina dewletek sivîl a dadperwer wekî rêyek ji bo garantîkirina mafên komên cûda gotûbêj kir û li dijî girêdayîbûna bi hêzên derve û hewldanên parçebûnê hişyarî da.

Gotarê destnîşan kir ku ezmûna Herêma Kurdistana Iraqê, bi taybetî referandûma serxwebûnê ya 2017an, nîşan da ku piştgiriya gel bi tena serê xwe ji bo bidestxistina "veqetînê" têrê nake, ji ber hevsengiya hêzê û hesabên dewletên herêmî û navneteweyî.

Rojnameyê diyar kir ku aramiya welatên herêmê bi avakirina dewletek modern û sivîl ve girêdayî ye ku li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, serweriya qanûnê, serxwebûna dadwerî û veguhestina aştiyane ya desthilatdariyê ye, da ku welatî hîs bikin ku maf, ewlehî û rûmeta wan di nav welatê wan de tê parastin.

WELATÊN EREB ÇAWA BÛNE CIHÊN KU GELÊN XWE JI WIR DERDIXIN?

Rojnameya "El Quds El Erebî" bal kişand ser zêdebûna koçberiya neqanûnî ji welatên Ereb ber bi Ewropayê ve û destnîşan kir ku tercîha hin koçberan a ku jiyana xwe bi rêya deryayê bixin xetereyê ji mayîna li welatên xwe, rewşa aborî, civakî û siyasî ya xirab nîşan dide.

Di rojnameyê de hat destnîşankirin ku sedemên koçberiyê ne tenê bi bêkarî û şert û mercên jiyanê yên xirab ve sînordar in, lê di heman demê de tepeserkirina siyasî, zordariya ewlehî û dadwerî û parastina qanûnî ya qels jî bûne sedem, ku gelek kesan ber bi jiyanek ewletir û aramtir li derveyî welatên xwe ve dibe.

NAVBEYNKARIYA ÎRANÊ LI YEMENÊ

Eojnameya El Ereb rexne li hewldana Îranê ya ji bo lîstina rola navbeynkariyê di navbera Erebistana Siûdî û koma Hûsî de li Yemenê kir, û ev tevger wekî paradokseke siyasî bi nav kir, ji ber tohmetên Tehranê yên piştgiriya komê, ku axa Yemenê wekî ciyekî ji bo êrişên mûşekî û dronan li dijî Siûdiyê bikar tîne.

Her wiha rojnameyê nêzîkatiya Îranê şiban siyaseta rejîma berê ya Sûriyeyê ya ku kirîz pêş dixistin û dûv re jî hewl dide ku xwe wekî navbeynkarek ji bo çareserkirina wan nîşan bide.

(k)

ANHA