Karwanê şeşemîn ê koçberên Serêkaniyê sibe bi rê dikeve

Zêdetirî 600 malbatên koçber ên Serêkaniyê yên ku li Kampên Newroz û Kampa Waşûkanî dimnin, ji bo ku sibe vegerin cih û warên xwe yên resen amadekariyên xwe dikin.

Karwanê şeşemîn ê koçberên Serêkaniyê sibe bi rê dikeve
20 cotmeh, 2026   11:55
HESEKÊ

Malbatên koçber ên Serêkaniyên ên li Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê û Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê dimînin, ji bo ku sibe (21 Cotmehê) di nava karwanê şeşemîn de berê xwe bidin herêmên xwe yê resen amadekariyên xwe dikin.

Di herdu kampan de malbatên koçber ên Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê dimînin, piştî salên dirêj ên koçberiyê sibe ji kampan derdikevin û vedigerin herêmên xwe.

Karwanê şeşemîn ji 600 malbatên ku wê vegerin zêdetirî 50 gundên li gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê pêk tê.

(sb)

ANHA