Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana rêxistin û saziyên jinan kir

Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana Kongra Star, TEV-ÇAND`ê û YRJ`ê kir.

Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana rêxistin û saziyên jinan kir
Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana rêxistin û saziyên jinan kir
Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana rêxistin û saziyên jinan kir
Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana rêxistin û saziyên jinan kir
Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana rêxistin û saziyên jinan kir
Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana rêxistin û saziyên jinan kir
Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana rêxistin û saziyên jinan kir
Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana rêxistin û saziyên jinan kir
Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana rêxistin û saziyên jinan kir
9 cotmeh, 2026   15:52
QAMIŞLO

Şandeya nûnerên jin ên meclisên rêveberiya xwecih û şaredariyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) a ji Bakurê Kurdistanê serdana sazî û tevgerên jinan ên bajarê Qamişloyê kir.

Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Akadag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasiyê Rûken Demîr pêk tê.

Şandeyê di gera xwe de serdana Kongra Star, Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) kir. Şande ji aliyê rêveberiyên rêxistin û saziyan ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de kar û xebatên rêxistin û saziyan dane naskirin.

Bi navê şandeyê Devrîm Demîr axivî û girîngiya dan û standina Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi lêv kir û got wek şandeyeke jinan ev serdan ji bo wan gaveke dîrokî ye.

Her wiha berdevka Kongra Star Gulistan Gulo, rêvebera TEV ÇAND`ê Gulbihar Rûbar û berdevka YRJ`ê Emel Mihemed axivîn. Di axaftina xwe de girîngiya serdana şandeyê û berdewamkirina wê anîn ziman û bal kişandin ser şert û mercên saziyên jinan tê de hatin avakirin û rola wan di xebatên siyasî, hunerî, çapemenî û dîplomasiyê de.

(np)

ANHA