Li Minbicê şahiya 8`ê Adarê bidawî bû

Li Minbicê şahiya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bidawî bû.

Li Minbicê şahiya 8`ê Adarê bidawî bû
Li Minbicê şahiya 8`ê Adarê bidawî bû
Li Minbicê şahiya 8`ê Adarê bidawî bû
Li Minbicê şahiya 8`ê Adarê bidawî bû
7 adar, 2019   14:04

MINBIC

Meclisa Jinanên Minbic û gundewarên wê li bajarê Minbicê bi boneya 8`ê Adarê û bi dirûşmeya "Bi berxwedana jinên azad jiyan geş dibe û têror têk diçe" şahiyek hat lidarxsitin. Şahîd li dibistana Xesaniyê ya bajêr hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê, endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê û şandeyek ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li şahiyê bûn. 

Hemû jin bi cil û bergên xwe yên filklorî tev li şahiyê bibûn.

Di şahiyê de koma Zehrat Minbic (Gulên Minbicê), Koma Emel (Hêvî) û Koma Çerkesan staran û dîlanên filklorî pêkêş kirin.

Paşê şano li ser têkoşîna jinan û xwestekên wê ji bo azadiyê ji aliyê komîteya çand û huner û şanoyek li ser rola jinan di civakê, çawa zarokên xwe diparêze û pîvanên exlaqî di wan di diçîne ji aliyê navenda çand û huner ve hatin pêşkêş kirin.

Di dawiyê de zarokê bi navê Sîracedîn El-Abo helbestek li sder dayika şehîd û berxwedana wê li dijî dijminan, got.

(bx)

ANHA