‘Têkçûna DAIŞ‘ê rojbûneke nû ye‘

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku ew spasiya QSD`ê dikin, ji ber ku hovanetirîn komên çeteyan li cîhanê anku çeteyên DAIŞ`ê têk birin û wiha got: "Têkçûna DAIŞ`ê ji bo me rojbûneke nû ye."

‘Têkçûna DAIŞ‘ê rojbûneke nû ye‘
7 adar, 2019   07:38

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Pêngava têkbirina çeteyên DAIŞ`ê ji bajarê Kobanê dest pê kir. Şervanên YPG û YPJ`ê bi berxwedana xwe ya li dijî çeteyan destanên dîrokî nivîsandin. Dê ev destan her tim di bîra şêniyên herêmê de bimînin. QSD`ê di sala 2015`an de li ser gelek qonaxan dest bi pêngava têkbirina çeteyên DAIŞ`ê kir. Destpêkê bajarê Reqayê yê ku çeteyên DAIŞ`ê ji xwe re wek paytext ragihandibû, rizgar kirin û piştre tevahiya gundewarên rojhilatê Dêrazorê. Niha DAIŞ li gundê Baxozê yê rojhilatê Sûriyê nefesa xwe ya dawîn dide.

Ciwanên herêmê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û tevahiya pêkhateyan tev li pêngavên li dijî DAIŞ’ê bûn, şer kirin û gelek jî şehîd bûn.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, spasiya QSD`ê kir û wiha got: "Em minetdarên QSD`ê ne."

Jina bi navê Jiyan Hemo diyar kir ku QSD`ê ji bo têkbirina DAIŞ`ê fedakariyên mezin dane û wiha axivî: "Hêzên me DAIŞ’a ku artêşên dewletan nekarîn li hember bisekinin, têk birin. Ji ber wê em spasiya QSD’ê dikin.”

Şêniyê bi navê Siûd Meîş rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê pîroz kir û wiha got: "Em spasiya QSD`ê dikin û em li bendê ne ku fikra DAIŞ’ê jî tune bibe. Bi saya QSD`ê ewlehî û aramî li herêmê serwer e."

Şêniya bi navê Gulistan Hemo jî wiha got: "Hêzên me, herêmên me ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û tirsa di dilê me û zarokan de bi dawî bû. Ew tundrewiya li herêmê jî bi dawî kir, ji ber wê em ji wan re rêzdar û spasdar in."

Jina bi navê Foze Xilo jî da zanîn ku têkbirina DAIŞ`ê ji wan re wek rojbûneke nû ye û ew minetdarên QSD’ê ne.

(şx/bm)

ANHA