‘Destkeftiyên jinên Sûriyê ji hemû jinên cîhanê re serkeftinek e’

Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat destnîşan kir ku destkeftiyên jinan li Sûriyê ji bo tevahiya jinên cîhanê serkeftinek e û wiha got: “Piştî têkçûna DAIŞ’ê pêşxistina civakê di berpirsyariya jinan de ye.”

‘Destkeftiyên jinên Sûriyê ji hemû jinên cîhanê re serkeftinek e’
7 adar, 2019   07:54

KELSÛME ELÎ - LÎNA CANGÎR / QAMIŞLO

Bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat rola jinan a di şoreşa Rojava de nirxand.

Lîna Berekat di destpêka axaftina xwe de 8`ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: "Bi navê Meclisa Jinên Sûriyê ez tevahiya jinên cîhanê bi taybet jinên Sûriyê pîroz dikim. Jinên Sûriyê di têkoşînê de bûn mînak û bi awayekî efsaneweyî pêşengiya qadên leşkerî, çandî, aborî û civakî kir."

Lîna destnîşan kir ku piştî têkçûna DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erka perwerdekirina civakê dikeve ser milê jinan.

Lîna got, azadiya jinan azadiya welat û civakê ye, divê jin têgehên kevneşopiyên civakê yên paşverû ku bûne sedema bêmafhiştina jinan, ji holê rakin.

Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat gotinên xwe wiha domandin: “Bêyî azadiya jinan tu azadiyeke rastîn tune ye. Ji ber vê, divê jin ji pêvajoya bê re bi awayekî bi hêztir xwe amade bikin. Ji ber ku êdî em ê têgeh û kevneşopên civakê ku jin jê azaran dikişînin, biguherînin. Li piraniya herêman hîna jin di bin zexta wan kevneşopan de ne. Em ji bo avakirina civakeke demokratîk, azad û perwerdekirina jinan ji aliyê çandî û bîrdozî ve dixebitin."

Lîna diyar kir ku doza jinan dozeke cîhanî û gerdûnî ye, ne tenê girêdayî Sûriyê ye. Lîna bang li tevahî jinên cîhanê kir û wiha got: “Destkeftiyên jinan li Sûriyê ji tevhaiya jinên cîhanê re serkeftin e."

Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha b dawî kir: “Jinên Sûriyê di hemû sazî û qadên civakê de bûne mînak. Em hewl didin hemû jinan ji nû ve perwerde bikin. Ji ber ku bi perwerdeyê jin dikarin bi lez xwe di tevahiya waran de bi pêş bixin û ji tevahiya cîhanê re bibin mînak. Em ê hewl bidin wan ji hemû aliyan ve amede bikin da ku cihê xwe tê de bigirin.”

(şx/bm)

ANHA