`Çareseriya aloziya Sûriyê bi derketina dagirkeran ve girêdayî ye`

Beşdarên komxebata li Minbicê, teqez kirin, yekbûna xaka Sûriyê ji rêgezên sereke yên çareseriyê ye û bêyî derketina hêzên dagirker ji Sûriyê çareserî ne pêkan e.

6 adar, 2019   16:05

MINBIC

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê bi dirûşmeya `Armanca me yek e, çaranûsa me yek e, pêşeroja me yek e` komxebatek li hola lîstokên tekekesî ya li ser riya Cerablusê lidar xist. Di komxebatê de nêrîna Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hat nîqaşkirin.

Di komxebatê de bi dehan nûnerên partiyên siyasî yên Sûriyê, rûspiyên êlên Minbicê û gundewarê wê, endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê amade bûn.

Dîwanê komxebatê ji cîgira serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê, Fatme El-Şerq, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm Qeftan û sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef pêk hat.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi xêrhatina beşdaran kir 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir, her wiha şehîd Umer Elûş xwediyê fikra avakirina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi bîr anî.

Hevrîn di berdewama axaftina xwe de teqez kir ku aloziya Sûriyê encamên zihniyeta serdemên derbasbûyî ye û got: "Di encama mudexeleyên hêzên navdewletî û herêmî de, temenê aloziyê dirêj bû. lew re ji erka tevahiya partî û hêzên siyasî alzoiyê çareser bikin. Ji ber wê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dixebite da ku nûnerê raya gel li tevahiya Sûriyê be.

Piştre serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan, mijarên komxebatê  `Kokên aloziyê`, Gelo di asoyan de çareseriyek heye?` `Çareserî çi ye?` diyar kir.

Qeftan teqez kir ku sedemên aloziya hundirîn encamên hişmendiya rêjîma Sûriyê ye ya navendî û neqebûlkirina xeynî xwe. Her wiha diyar kir ku çareserî bi rêya diyalogê pêkan e, eger alozî çareser nebû, dê alozî dirêj bike û nifşa nû barên wê hilgire.

Di berdewama axaftina xwe de Qeftan destnîşan kir ku mudexeleyên derve ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li Sûriyê alozî kûrtir kir û destnîşan kir ku nenavendî û pirrengê cewhera çareseriyê ye.

Di dawiya komxebatê de deriyên nîqaş ji beşdaran re hate vekirin. Di piraniya nîqaşan de hate gotin, yekbûna xaka Sûriyê ji rêgezên çareseriyê ye, çareserî bêyî derketina hêzên dagirkeriyê ji Sûriyê  ne pêkan e, her wiha  hate teqezkirin ku yekîtiya pêkhateyên gelê Sûriyê misogerê çareseriya siyasî ye.

(şx)

ANHA