Ji ber teqîna mayînekê lingekî zarokekî jê bû

Li Şehbayê mayînek ku çeteyên DAIŞ‘ê berê bi cih kiribûn bi zarokekî ve teqiya û lingê wê jîbû.

Ji ber teqîna mayînekê lingekî zarokekî jê bû
6 adar, 2019   14:50

ŞEHBA

Li navçeya Ehdasê ya Şehbayê mayîna çeteyên DAIŞ‘ê bi zarokê Efrînî Xelîl Elî Şukrî yê 12 salî ve teqiya. Di encamê de lingê wî yê çepê jêbû û yên rastê jî bi giranî birîndar bûye.

Xelîl li nexweşxaneya Avirîn a navçeya Fafînê di bin çavdêriya bijîşkan de ye.

ANHA