Şandeyeke jinên Spanî gihîşt Rojava

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şandeyeke ji jinên Spanî gihîşt Rojava.

Şandeyeke jinên Spanî gihîşt Rojava
6 adar, 2019   12:47

QAMIŞLO

Şandeyeke jinên ji Spanyayê ku ji nûnerên tevgerên jinan pêk tê, di deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bû. Şande ji aliyê rêveberên Kongreya Star Firyal Hesen û Nejbîr Teyar ve hat pêşwazîkirin.

Tê payîn ku şande serdana bajarê Qamişlo bike. Her wiha şande dê serdana Goristana Şehîd Delîl Saroxan bike, tev li rêzeçalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibe û her wiha dê serdana saziyên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

(bx)

ANHA